Piştî biryarên dawîn li herêmên hikumetê hêrsa gel

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de piştî biryarên dawîn ên hikumeta Şamê yên bilindkirina buhayên sotemeniyê li kêleka xirabûna rewşa debarê û aboriyê, gel bi hêrs e.

Piştî biryarên dawîn li herêmên hikumetê hêrsa gel
17 tebax, 2023   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şêniyên li gelek gundên Siwêdayê li dijî biryarên hikumeta Şamê yên zêdekirina buhayên sotemeniyan bi hêrs in.

Şêniyên gundên Metone, Nemir, Şehba, Qenewat, Mecadil û Seilê yên li rojavayê Siwêdayê xwepêşandeke girseyî li dar xist û rêyên sereke girtin, dolab şewitandin, her wiha nehiştin karmend biçin karên xwe yên daîreyên hikumetê.

Li aliyekî din jî li Siwêdayê felcebûneke giştî di tevgerên wesayîtên veguhastinê de heye û gel bang dike ku heta xwestekên wan pêk neyên îsyan bikin.

Li qada Siyof a Ceremana ya Rîf Şamê jî protestoyek bi dirûşma "Ji mafên me ye em bijîn" pêk hat.

Ev bertek û hêrsa gel 2 roj e dewam dikin. SOHR′ê duh dabû zanîn ku li gelek herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de tevliheviyeke giştî ya xebatê ji hêla xwediyên wesayîtên veguhastinê ve li hember bihabûna sotemeniyan heye. Li Tertûsê, Şamê, Siwêda, Humis û Cebleyê jî gel li hember van biryaran bi hêrs bû.

(fr)