​​​​​​​Di êrişên dewleta Tirk de 366 sivîl hatine kuştin

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê de heta niha 366 sivîl hatine kuştin û 157 gund hatine valakirin.

​​​​​​​Di êrişên dewleta Tirk de 366 sivîl hatine kuştin
17 tebax, 2023   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

ANF’ê ji Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ragihand ku di êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê heta niha 366 sivîl hatine kuştin.

Ji Tebaxa 2015’an ve ji ber bomberanên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker 147 sivîl li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne û 219 kes jî birîndar bûne.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker gelek gund û gundik rasterast bombebaran kirin û ji ber êrişan ji meha Tebaxê ya 2015’an ve 157 gund hatine valakirin.

Ji ber zêdebûna bombebaranên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên rasterast ên li ser gundan, xetereya valabûnê li ser 600 gundên li ser sînor heye.