Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin

QSD′ê da zanîn ku serçeteyekî DAIŞ′ê bi navê Îbrahîm El Elî (Ebî Mucahid) li Reqayê hatiye kuştin.

Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin
17 tebax, 2023   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek têkildarî operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ′ê da û da zanîn ku serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst DAIŞ′ê de, Yekîneyên Anîterorê (YAT) yên girêdayî hêzên me QSD'ê, bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê (CTG) operasyoneke leşkerî ya kontrolkirî, bi taybet li navenda Reqayê li dijî serçeteyekî rêxistina DAIŞ′ê bi navê Îbrahîm El Elî (Ebî Mucahid) pêk anî. Serçete berpirs anku emîrê giştî yê herêma rojhilat e.

Piştî şopandina tevgerên serçeteyê terorîst, yekîneyên me bi destek û şopandina hewayî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi ser avahiyê de ku serçete lê bû, girt. Gule li yekîneyên me hatin reşandin. Bi wê re yekîneyên me neçar man ku bersivê bidin, di encamê de serçete hate kuştin.

Piştî operasyonê, hêzên me mîqdareke çek û alavên leşkerî yên li gel wî serçeteyî bûn, desteser kirin.

Çek û alavên hatin desteserkirin ev: Çekeke AK-47 û 7 cercûr û guleyên wê, 4 telefonên destan, komputerek, alaveke Wi-Fiyê, belgeyên takekesî.

(fr)

<iframe width="677" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/yg2_qySFvdk" title="في عَمليّة أمنيّةٍ خاصَّةٍ لقوّاتنا بالرِّقَّة.. مَقتلُ متزعِّم المنطقة الشَّرقيّة لـ&quot;داعش&quot;" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>