Wezîrê karên derve yê Îranê serdana Siûdiyê dike

Medyaya Îranê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan dê îro serdana Erebistana Siûdî bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê serdana Siûdiyê dike
17 tebax, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îranê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebullehyan dê îro serdana Erebistana Siûdî bike.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan di Hezîranê de li Tehranê bi berpirsên Îranê re civiyabû. Ew serdan, piştî vegerandina têkiliyên dîplomasî bi Îranê re di Adarê de ya yekemîn bû.

Erebistana Siûdî di sala 2016'an an de anku jî piştî  êrişa li ser balyozxaneya wê ya li Tehranê, têkiliyên xwe bi Îranê re qut kir. Ev êriş jî wekî bersiva li hemberî darvekirina oldarekî şîî yê payebilind ji aliyê Riyadê ve hat kirin.

 (fr)