Rojnameyên erebî: Şam zextê li welatiyan dike û Tirkiye vedigere çargoşeya destpêkê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa aloziya debarê ya li herêmên Sûriyeyê, rêveçûna nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de û aloziya Sûdanê kirin.

Rojnameyên erebî: Şam zextê li welatiyan dike û Tirkiye vedigere çargoşeya destpêkê
17 tebax, 2023   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Şam bersiva nêzîkbûna bi Ereban re neda û zexteke aborî li ser sûriyeyan dike" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin: "Şamê girîngiyê nade şertên pêkanîna nêzîkbûna Ereban a ′gav bi gav′ ber bi pêşketina têkiliyên pê re. Vegerandina Şamê li Komkara Erebî ew îqna nekir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji hin tiştan were xwarê, lê berovajî vê yekê serhişkiya wê zêde kir."

Rojnameya Şerq El Ewsat jî behsa hilweşîna qada aborî ya li herêmên hikumeta Şamê kir û wiha nivîsand: "Hikumeta Şamê dem neda karmendan ku bi zêdebûna mûçeyên xwe yên ji sedî 100 şad bin. Piştî biryara zêdekirina mûçeyan hikumeteke bi lez gelek biryarên têkildarî bihakirina tevahî cureyên sotemeniyê dan. Bi wan biryaran tevahî mûçeyan dadiqurtîne. Li aliyekî din jî metirsiyên li ser dayîn biryarên din heye ku bihaya nan û avê zêde bike.''

Li gorî rojnameyê, ''Bi van biryaran re dê krîzeke nû ya debarê çêbibe û dê hejmara xizanan zêde bike. Her wiha dê bandorê li xebata berhemdanê bike û êşên sûriyeyiyan heta demeke nediyar dewam dikin.'' Di nivîsê de hate gotin, eger hikumet  çarerseriyeke giştî ji tevahî aloziyên Sûriyeyê re peyda neke dê li hember çareserkirina aloziya debarê bêçare bimîne.

′TIRKIYE TÊKILDARÎ DOSYAYA SÛRIYEYÊ VEDIGERE ÇARGOŞEYA DESTPÊKÊ′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser rêveçûna têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê. Di nivîsê de wiha tê gotin: "Diyar e ku Tirkiyeyê vegeriya çargoşeya destpêkê. Helwestên her du aliyan xetimîna giştî ya têkiliyan nîşan dide. Her wiha tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê, topbaran û êrişên balafirên bêmirov zêde dibin, bi wê yekê rêxistinên terorîst mîna DAIŞ′ê xwe li qada Sûriyeyê zindî dikin. Ji wê zêdetirî bêîstîqrariyê çêdibe. Tevî belavbûna hêzên girêdayî Neteweyên Yekbûyî an hêzên din ên navnteweyî, lê di daxuyaniyên AKP′ê de gefên vegera li Helebê û serweriya heta bi Humis û Hemayê diyar dibin.''

′NEXŞERÊYA SÛDANÊ′

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsî: "Cîgirê serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Malik Eqar hûrgiliyên nexşerêya ku hikumet li ser wê dixebite aşkera kirin. Eqar ev nexşerê bi gavên destpêkê yên agirbestê wesif kir.

Eqar di xîtaba xwe ya ji gelê Sûdanê re got ew nexşerêyê dişopîne û xebatên wan ên pêşîn gihandina alîkariyan ji bo welatiyên li herêmên zirar ji ber şer dîtine, li kêlek wê jî girîngiyê dide jiyaneke xwezayî."

(fr)