Şopandina encamên dema dawîn a nakokiya êla El Cibûr û Dîfa El Wetenî

Şêniyên Hesekê encamên dema dawîn a hikumeta Şamê ji bo helandina milîsên Dîfa El Wetenî dişopînin. Gelo pêşdeçûnên dawîn çi ne?

Şopandina encamên dema dawîn a nakokiya êla El Cibûr û Dîfa El Wetenî
16 tebax, 2023   09:08
HESEKÊ

Di encama nakokiya navbera êla El Cebûr û milîsên Dîfa El Wetenî ya 4 rojên borî de 4 welatiyên ji êla El Cebûr birîndar bûn; ew jî piştî 2 muhletên dane Dîfa El Wetenî, her wiha hewldana sûîqestkirina rûspiyekî êlê pêk hat. Di heman demê de çav li herêmê ne ku encamên dema dawî ku êlê daye berpirsên hikumeta Şamê ji bo rakirina milîsên Dîfa El Wetenî.

Li Hesekê 13′ê Tebaxê di navbera welatiyên êla El Cebûr û milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de li derdora çargoşeya ewlehiyê de nakokî û şerekî rû dabû. Ew yek di encama êrişa berpirsekî milîsên Dîfa El Wetenî û komeke milîsan li dijî rûspiyekî êla El Cebûr pêk hat. Wê yekê di navbera welatiyên êlê de hêrsek çêkir û hişt seferberiyê ragihînin û derbasî çargoşeya ewlehiyê bibin ku tê de milîsên Dîfa El Wetenî hene.

DEMA YEKEMÎN…

Serdegirtin piştî hevdîtinên di navbera rûspî û şêxên êlê  û berpirsên leşkerî û endamên hikumetê de çêbûn. Bi wê re dema heta 24 saetan ji bo îstîfakirina berpirsên milîsên Dîfa El Wetenî, şandina ber bi Şamê û hesabkirina wan hate dayîn.

Bi sibeha roja din re, êla El Cibûr li aliyê bakurê çargoşeya ewlehiyê kon li taxa Til Hecer vegirt, welatî û rûspiyên êlê protesto kirin. Bi kêmbûna dema hatiye dayîn re êl û eşîrên Dêrazor û Reqayê piştgiriya êla El Cibûr kir.

DEMA DUYEMÎN…

Bi bidawîbûna dema yekemîn û nepabendbûna berpirsên hikumeta Şamê li hember sozên xwe, êlê xwestekên xwe zêde kirin û got divê berpirsê Dîfa El Wetenî were radestkirin û ger ev xwestek pêk nehatin dê êl seferberiya xwe bilind bike û bigihîne asta seferberiya eşîr û êlên li Sûriyeyê. Piştre hikumetê dema 24 saetan da ku xwestekan pêk bîne.

JI NAKOKIYÊ BER BI BIKARANÎNA ÇEKAN VE

Careke din berpirsên hêzên hikumeta Şamê û berpirsên rêveber ên hikumeta Şamê pêkanîna xwestekên êlê paşguh kirin. Bi wê re êlê bersiv da wê paşguhkirinê û bi bidawîbûna dema duyemîn re jî êlê berê xwe da nuqte û bendên kontrolê yên milîsên Dîfa El Wetenî li çargoşeya ewlehiyê ya ku hêzên hikumeta Şamê li Hesekê kontrol dikin.

Duh, di roja 3′yemîn a nakokiyan de, saet di 20:00′an de sekvanekî Dîfa Wetenî komek welatiyên êla El Cibûr û konê çalakiyê kir, di encamê de li nêzî benda ewlehiyê ya dewletê (Emin El Dewlê) pevçûnek çêbû.

Di encama wan pevçûnan de 4 welatiyên êla El Cibûr birîndar bûn; Xelef Hemîd Mihemed (52), Nayif Fayiz El Muselet (45), Ehmed Ewad El Mihemed (48) û Ebdullah Ehemd El Ebdullah (25).

HEWLDANA SÛÎQESTKIRINA RÛSPIYEKÎ ÊLÊ

Hemwextî pevçûnan şaneyeke girêdayî milîsên Dîfa El Wetenî hewl da xwe bigihîne konê çalakiyê û şêxê êlê El Cibûr li Hesekê Ebdulezîz El Muselet sûîqast bike.

DEMA SÊYEMÎN Û DAWÎN

Li ser paşxaneya pevçûnan, berpirsên hêzên hikumeta Şamê ji berpirsên Hesekê xwest peywendiyê bi rûspî û şêxên êla El Cibûr re deynin û li ser demeke din li hev bikin da ku mijarê nîqaş bikin û xwesteka wan a rakirina Dîfa El Wetenî û şandina berpirsê wê ber bi Şamê ve û cezakirina wî pêk bînin.

Bi peywendiyên her du aliyan re demeke nû hate ragihandin. Şêxê êla El Cibûr Ebdulezîz Muselet got ev dema dawîn e.

RÛDANÊN ÎRO

Dema dawî saet 10′an vê sibehê bi dawî bû û bi wê re dê welatiyên êlê bi ser çargoşeya ewlehiyê de bigirin û nuqteyên Dîfa El Wetenî kontrol bikin.

El Muselet duh hişyarî li ser nepêkanîna xwestekan da.

Ji şeva berê ve û nakokiya di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê de li derdora çargoşeya ewlehiyê rû didin. Li tevahî herêmên din ên Rêveberiya Xweser aramiyek û zêdebûna ewlehiyê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve heye û eşîrên din ên li Sûriyeyê jî encamên demê dişopînin.

Beriya çend kêliyan şêwirmendê êla El Cibûr ji ajansa me re got wan hîna tu bersiv ji hikumeta Şamê wernegirtine û got ew ê tevgerên xwe dewam bikin.

(fr)

ANHA