QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên şehîdxistina 3 şervanên me derew in

QSD′ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku di 14′ê Tebaxê de li Serêkaniyê û Efrînê 3 şervanên wan şehîd xistine lê ev îdia derew in.

QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên şehîdxistina 3 şervanên me derew in
16 tebax, 2023   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 3 şervanên wan li Serêkaniyê û Efrînê derewandin.

Di daxuyaniya QSD′ê de wiha hate gotin:

“Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di roja 14’ê Tebaxê de îdia kir ku li ‎Serêkaniyê û Efrînê 3 şervanên me şehîd xistine. Di vê rojê de ji aliyê hêzên me ve tu ‎hewldaneke êrişê li ser herêmên dagirkirî nehatiye kirin û îdiaya 3 şervanên me şehîd ‎ketine, ne rast e‏.‏"

(fr)