`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`

Bi dirûşma "Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin", bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku ew pêngava bi pêşengiya şehîd Egîd rêya azadiyê ronî kir.

`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
`Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê misoger bikin`
15 tebax, 2023   20:46
HELEB

Şahî li devera Cebenet a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya bi sedan şêniyan û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dar ket.

Di serî de qeyda deng a Rêber Abdullah Ocalan der barê Cejna Vejînê de hate guhdarkirin.

Piştre, cîgirê hevseroketiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şiblî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîdan bi fedakariyên xwe rêya azadiyê ji me re ronî kir. teqandina guleya yekemîn bi destê şehîd Egîd û hevalên wî, dehf da gelên bindest ku serî hildin û ji koletiyê xilas bibin. Şehîd Egîd dîrokek e ku nayê jibîrkirin."

Piştre, koma Çiyayê Hawarê û Koma Agirî yên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, Koma Şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn û hunermendê mêvan ê ji Tebqayê Şadî Zubeydî stran, her wiha Koma Şehîd Serhed jî govendên folklorî pêşandan.

Şahî bi siloganên "Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan Jiyan e" û bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA