​​​​​​​Şêx û rûspî: Li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk çalakiyan bikin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Reqayê bang kir ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk çalakiyan bikin û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin.

​​​​​​​Şêx û rûspî: Li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk çalakiyan bikin
15 tebax, 2023   23:36
REQA - MIHEMED XELÎL

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê li gel civakên bi fikrên wî bawer in, metirsiyê çêdikin.

Şêxê eşîra El Elî, Remedan El Rehal got sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tecrîd û gefên li dijî wî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne dûr in û got armanca wan heman in û dixwazin fikir û projeyên demokratîk têk bibin.

Dewleta Tirk a dagirker dema Rêber Abdullah Ocalan di 1999′an de dîl girtiye, tecrîdê girantir dike û nahêle ne parêzer ne jî malbata wî pê re bicivin û nahêle têkiliyê bi derdorê re deyne. Heta ew ji ′mafê hêviyê’ mehrûm kir û bi rêya nameyan gefên qetilkirinê lê xwarin.

El Rehal wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan bê heq di girtîgehê de ye. Li tevahî dinyayê mafên girtiyan hene ku malbat, xizm û parêzerên xwe bibîne. Lê li Îmraliyê ev tişt pêk nayê."

El Rehal bal kişand ser helwesta CPT′yê ya li hember dosyaya Rêber Abdullah Ocalan û got: "Di vê dema dawî de rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi giştî hate nixumandin û me gelek caran bang li CPT′êyê kir ku rewşa wî were aşkerakirin, lê heta niha me tu bersiv nîn e. Ev komîte dualîteyê dike.”

El Rehal got: "Gelo çima ev komîte heta niha guh nade me û ji me re rewşa tenduristî ya Rêbertî aşkera nake?"

El Rehal bang li gelên azadîxwaz kir ku li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk meşan li dar bixin û banga serbestberdana Rêber Ocalan bikin.

Rûspiyê eşîra El Welde Yûsif El Esed jî got Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan sembol û fermandarekî mezin e û tiştên dewleta Tirk li dijî wî li Îmraliyê dike sûcekî dermirovî ye.

El Esed tevkariya hêzên navneteweyî jî şermezar kir û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker sûcan pêk tîne, qetil dike û topbaran dike. Tu cudahiyê naxe navbera biçûk û mezinan. Lê bêdengiya navneteweyî li hember vê yekê nîşaneya tevkariyê ye. Dewleta Tirk dixwaze gelê azadîxwaz û rêberê wê têk bibe."

Rûspiyê eşîra El Welde jî got divê li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk serhildan bên lidarxistin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(fr)

ANHA