Şêniyên Hesekê: Domandina Pêngava 15'ê Tebaxê mîsogeriya destkeftiyan e

Şêniyên kantona Hesekê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş pîroz kir. Di pîrozbahiyê de hate gotin: "Domandina xeta 15'ê Tebaxê têrê dike ku destkeftiyên zêdetir werin bidestxistin."

15 tebax, 2023   20:14
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê  Hesekê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li parka 4'ê Nîsanê pîroz kir.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Kewser Ehmed Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got: "Em vê roja mezin a ku ruhekî nû da me pîroz dikin. 15'ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd û gelên azadîxwaz e."

Kewser Ehmed her wiha got: "Bi rihê guleya 15'ê Tebaxê em ê heta serketinê li ser rêya berxwedêran bimeşin."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Egîd hat pêşandan. Koma Tolhildan a mûzîkê ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya bajarê Hesekê jî stran gotin û li ber stranan govend hatin gerandin.

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî şahiya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Endanê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulxenî Oso axivî û got: "Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê bingeha Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Domandina xeta Pêngava 15'ê Tebaxê dê destkefiyên zêdetir ji bo  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bike."

(bb)

ANHA