Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir

39'emîn Pêngava 15'ê Tebaxê li navçeya Amûdê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hate gotin, dê bi rihê 15'ê Tebaxê têkoşînê xurt bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
Şêniyên Amûdê Cejna Vejînê pîroz kir
15 tebax, 2023   18:59
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Hola Beylesan pîroz kir. Pîrozbahî bi dirûşma "Em salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin" hate organîzekirin.

Hola pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, fermandar Egîd û jinên pêşeng  ên şehîd hat xemildanin.

Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Silêman 15'ê Tebaxê li gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û wiha got: " Fîşeka yekemîn a Pêngava 15'ê Tebaxê  li hemberî siyasetên qirkirin, înkarkirin û zulmê ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn ferzkirin, hate teqandin."

Zîwer Silêman anî ziman ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd vejînek e û hêviya gelên herêmê ya jiyaneke azad zindî kir. Silêman got, Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhema Pêngava 15'ê Tebaxê ye.

Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Pîrozbahî bi stranan û gerandina govendan bi dawî bû.

(bb)

ANHA