Rûspiyên qebîleya El Cibûr a Hesekê: Heta sibê divê Dîfa Wetenî were jihevxistin

Rûspiyekî qebîleya El Cibûr got, qebîleyê careke din muhlet daye hêz û berpirsên hikumeta Şamê ku heta sibe çeteyên Dîfa Watanî li herêmê ji hev bixin.

Rûspiyên qebîleya El Cibûr a Hesekê: Heta sibê divê Dîfa Wetenî were jihevxistin
15 tebax, 2023   18:07
HESEKÊ

Nûçegihana me ji Hesekê ragihand ku rûspiyekî qebîleya El Cibûr gotiye, qebîleyê careke din muhlet daye rayedarên hêzên hikumeta Şamê ku heta sibe saet di 10:00`an de, çeteyên Difa Watanî ji hev bixin û Ebdulqadir Hemo darizînin.

Beriya vê ragihandinê jî qebîleyê du caran muhlet da heman aliyan lê heta niha bersiva daxwazên qebîleyê nehatiye dayîn. Ji ber wê alozî di navbera qebîleyê û çeteyan de zêde bû ku gihaşt asta şer û di encamê de hin endamên qebîleyê birîndar bûn.

(şx)