Sekvanên Dîfa Watanî qebîleya El Cebûr kir hedef

Hate ragihandin ku sekvanekî çeteyên Dîfa Watanî konê qebîleya El Cebûr li Hesekê vedaye, hedef girtiye. Her wiha hate zanîn ku birîndar hene.

Sekvanên Dîfa Watanî qebîleya El Cebûr kir hedef
15 tebax, 2023   16:59
HESEKÊ

Ji yekşemê ve alozî di navbera qebîleya El Cebûr û çeteyên Dîfa Watanî de berdewam e. qebîleyê ji hikumeta Şamê xwest ku serçeteyê Dîfa Watanî Ebdulqadir Hemo ji erk bê dûrxistin. Li gor nûçegihana me, ji ber ku hikumeta Şamê bersiv neda daxwazên qebîleyê, komeke ciwanên qebîleyê berê xwe da benda kontrolê ya Dîfa Watanî ku bi navê benda emin dewle tê naskirin, ji bo ku wê kontrol bikin.

Her wiha nûçegihana me eşkere kir ku koma çûye benda kontrolê, ji aliyê sekvanên Dîfa Watanî ve hatin hedefgirtin.

Nûçegihana me ragihand ku birîndar hene.

Her wiha konê qebîleyê jî ku li taxa Til Hecer ji duşemê ve vedaye, hate hedefgirtin.

Devera di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û yên hikumeta Şamê de, li aliyê dêra Asûran, aram e.

Qebîleya El Cebûr 2 caran dem da hikumeta Şamê da ku daxwazên wê bîne cih ku Dîfa Watanî ji hev bixe û serçeteyê wê li Şamê bê darizandin.

Serçeteyekî Dîfa Watanî li rûspiyekî El Cebûr da di encamê de alozî di navbera qebîle û çeteyan de derket. Ji ber wê, qebîle li derdora çargoşeya ewlehiyê ya li bajêr kom bûn.

(şx)

ANHA