Şêwirmendê êla El Cibûr: Tevgera êlê bi pêbaweriya berpirsên hikumeta Şamê û bicihanîna daxwazan e

Şêwirmendê êla El Cibûr destnîşan kir ku tevgera êlê bi pêbaweriya berpirsên hikumeta Şamê yên li Hesekê ve girêdayî ye û got: "Dema ku em piştrast bin fermandarê Dîfa Watanî ji kar were dûrxistin û ji Hesekê were derxistin û li Şamê were darizandin, wê demê tevgera êlê dê jî raweste."

Şêwirmendê êla El Cibûr: Tevgera êlê bi pêbaweriya berpirsên hikumeta Şamê û bicihanîna daxwazan e
15 tebax, 2023   16:11
HESEKÊ

Êla El Cibûr duh 24 saetên din da hikumeta Şamê da ku daxwazên wan bi cih bîne ku hin berpirsên hêzên hikumeta Şamê û parêzgerê Hesekê hewl dan xwe jê dan alî.

Duh Şêx Ebdulezîz Mihemed bi navê êla El Cibûr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de 24 saetên din da berpirsên hikumeta Şamê da ku daxwazên wan bi cih bînin.

Piştî zexta êlan û destekdayîna hemû eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo êla El Cibûr, êlê daxwaza cezakirina fermandarê Dîfa Watanî Ebdulqadir Hemo û darizandina wî li Şamê kir.

Der barê geşedanên dawîn de ajansa me bi şêwirmendê êlê Ekrem Mehşûş re hevdîtinek çêkir. Mehşûş got: "Ji ber ku hikumeta Şamê daxwazên me bi cih neanîn û Hemo danerizand, me 24 saetên din da hikumetê. Gotin Ebdulqadir Hemo girtî ye, lê belê ew ne girtî bû û bi erebeya xwe derket. Ev jî nîşan dide ku hikumeta Şamê hestên ciwanên me, yên êlê û şêniyên herêmê sivik dibîne, ji ber wê jî bi çekan derbasî çargoşeya ewlekariyê hat kirin."

Mehşûş wiha domand: "Em şer naxwazin, lê belê ji ber ku êdî baweriya me bi beşa Ewlekariya Leşkerî nemaye, me ev derfet diyar kir."

Der barê daxwazên êlê de Mehşûş got: "Me ji hikumeta Şamê xwest ku Ebdulqadir Hemo ji kar dûr bixin û wî ji Hesekê derxin, ji bo vê yekê jî serokê beşa Ewlekariya Leşkerî ya Qamişlo hat erkdarkirin, me tu garantî nestandine lê em dê binêrin wê çi bibe."

(mh/şx)

ANHA