Li Dêrazorê bi semînerekê Pêngava 15'ê Tebaxê hat pênasekirin

Îro Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê semînerek li dar xist. Di semînerê Pêngava 15'ê Tebaxê û jiyana pêşengê wê şehîd Mahsum Korkmaz (Ehîd) pênase kirin.

Li Dêrazorê bi semînerekê Pêngava 15'ê Tebaxê hat pênasekirin
Li Dêrazorê bi semînerekê Pêngava 15'ê Tebaxê hat pênasekirin
Li Dêrazorê bi semînerekê Pêngava 15'ê Tebaxê hat pênasekirin
Li Dêrazorê bi semînerekê Pêngava 15'ê Tebaxê hat pênasekirin
Li Dêrazorê bi semînerekê Pêngava 15'ê Tebaxê hat pênasekirin
Li Dêrazorê bi semînerekê Pêngava 15'ê Tebaxê hat pênasekirin
15 tebax, 2023   14:49
DÊRAZOR

Semîner li hola Meclisa Dêrazorê ya herêma Seba Kîlo bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl û meclisên xwecih ên Dêrazorê li dar ket.

Di serî de cîgira hevseroketiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel der barê jiyana şehîd Egîd de got: "Şehîd Mahsum Korkmaz di kesayeta xwe de bi rêya ragihandina şer l idijî zihniyeta paşverû û derdora lê dijî û bi rêya ideolojî, siyaset û birêxistinkirinê pêşketinên mezin bi dest xist. Di şerê gel ê li dijî artêş de serkeftî bû. Gavên berçav avêtin ku hişt bibe xwedî kesayeteke leşkerî ya bi displîn."

Şehnaz wiha lê zêde kir: "Mahsum Korkmaz di 28'ê Adara 1986'an de bi komployeke xayîn gihîşt asta şehadetê. Wî di jiyana xwe de ji bo pêkanîna plana xwe ya rêxistinî gelek ked da, wî dest bi avakirina komîteyan li bajar, parêzgeh û gundan kir û bi pêşxistina operasyon û çalakiyan ji bo ku ji yekîneyên biçûk artêşê ava bike, bawer kir."

Şehnaz di dawiyê de got Pêngava 15`ê Tebaxê rêya xilasiya ji zulm, çewisandin û bidestxistina azadiyê. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da ku rêya azadiyê bi xwîna xwe xêz kir.  

(mh/şx)

ANHA