Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 12 welatî li Girê Spî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 12 welatî li başûrê kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin ku di nav wan de zarok hene.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 12 welatî li Girê Spî revandin
15 tebax, 2023   14:13
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji gundewarê kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên "Polîsa Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker îro êriş bajarokê El Turkmen kir (17 kîlometre başûrê Girê Spî) û 12 welatî ji şêniyên gund revandin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku ji nav wan welatiyan, 2 zarok hene ku temenên wan jêrî 16 saliyê ne. Ew jî birayên hev in; Udey û Merwan Mihemed.

Li gorî çavkaniyê welatî ji bo beşa "têkoşîna li dijî terorê" ya kantona dagirkirî hatine veguhastin.

Revandina welatiyan û xwestina fîdyayan li hember serbestberdana wan yek ji rêbazên komkirina pereyan e ku çete ji 2019`an ve li Girê Spî dikin

Li gor çavkaniyên taybet, li hember serbestberdana her kesekî ji welatiyên revandî, serçeteyê bi navê Ebû Rebî El Idlibî yê beşa "têkoşîna li dijî terorê" hezar dolarî distîne.

(mh)

ANHA