​​​​​​​Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk didomin

Li bajarên Îzmîr, Mêrsîn û Endeneyê yên Trikiyeyê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.

​​​​​​​Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk didomin
15 tebax, 2023   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îzmîrê danê sibehê polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser hin malan de girt. Di serdegirtina malan de Gokhan Kizil, Reyhan Çomak, Mîkaîl Kalin, Hamdullah Seyhan, Ayşe Ozturk, Savaş Ozer, Berfîn Ozer, Felemez Yildirim, Azîz Yildirim, Îhsan Bakir, Sîbel Aydemîr û Cahît Dogan hatine destgîrkirin.

Der barê dosyayê de biryara “nepeniyê” hate dayîn û agahî ji bo parêzeran nehate dayîn.

Li Mêrsînê jî di serdegirtina malan de 7 kes hatin destgîrkirin. Hat zanîn ku Şahîn Ertem (18) û Dîlan Umît jî di nav de, 7 kes birine Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.

Li Edeneyê jî di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.