ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 – 8 – 2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 – 8 – 2023
14 tebax, 2023   23:00

Şêniyên Dêrikê banga zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna wê armancê nû kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hin welatiyên ji Helebê destnîşan kirin ku pêngava 15`ê Tebaxê bi awayekî mezin bandor li wan kiriye. dema ev pêngav dibihîsin, yekser tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibin. Her wiha diyar kirin ku dengê fîşeka yekemîn a ku şehîd Masûm Korkmaz avêtiye, li derdorê belav bû û dehf da gelê Kurd ku serî hilde û di rêya azadiyê de biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

“Hêzên me belavî gelek yekeyan û li qadên berfireh belavî nava gel bibûn, di nava tevgerek veşartî de bûn. Dijmin desteka gel nagire, biyaniyê erazî ye û nikare venêrînê çêbike. Hîn ji wê demê ve me ezmûna xwe ya yekem li dijî dijmin da.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Seroka Emaneta Amerîkî ya Navneteweyî ya Azadiya Olan û lêkolera Navenda Willson a Amerîkî Nadine Mainza daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê ku guhertina demografî li Efrînê înkar dike şermezar kir û destnîşan kir ku DYA ji bo berjewendiyên xwe rastiyê winda dike, her wiha wê tevgereke nû ya Kongresê der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Koordînasyona Kongra Star sûcên tecawîzkirina jin û zarokan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li deverên dagirkirî şermezar kirin û destnîşan kir ku wan ew sûc belge kirine û şandine rêxistinên navneteweyî û yên jinan; lê belê ew rêxistin bêdeng in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jiyana hevbeş a komînal di hemû qadên jiyanê de bi ser ket û tevahî beşên civakê sûd jê girt. Di vê çarçoveyê de şêniyên gundê Sehil bi xebateke komînal, parkek li gund amade kirin û cihekî guncew ji bo zarokan peyda kirin ji bo ku lê bilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Pêvajoya lihevkirina Misr û Îranê bi giranî diçe, ev jî tê wateya ku gelek astengî derketine, gelo sedem çi ne?

Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Hecîn salvegera komkujiya Şiêtat a ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî eşîra Şiêtat pêk aniye bi bîr tîne, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

Di salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ş Tebaxê de, li gelek navçe û bajarên kantona Qamişlo çalakî li dar dikevin. Li bajarê Qamişlo li yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê saet di 18:00'an de. Li navçeya Amûdê li hola Beylesan a başûrê navçeyê saet di 18:00'an de. Li Tirbespiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê meşekê li dar dixe saet di 19:00'an de û şêniyên navçeyê li parka Rêber Abdullah Ocalan şahiyekê li dar dixin saet di 20:00'an de. Li navçeya Til Hemîs li qada Mesrif Zîraî saet di 18:00'an de. Li Til Birak li qada Navenda Çand û Hunerê saet di 19:00'an de. Li Dêrikê li parka Dîcle saet di 19:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê salvegera 7'emîn a rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê li qada bajêr pîroz dikin, saet dai 18:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Herêma Firatê salvegera rizgarkirina Minbicê û ya Pêngava 15'ê Tebaxê li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê pîroz dikin, saet di 19:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li parka 4'ê Nîsanê ya bajêr pîroz dikin, saet di 19:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Pêngava 15'ê Tebaxê li qada Cebenet pîroz dikin, saet di 20:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)