Ji bo zarokên xwe yarîgeh çêkir

Şêniyên gundê Sehil bi xebateke komînal parkek li gundê xwe çêkir û cihekî guncaw ji bo zarokan peyda kir, ji bo ku lê bilîzin.

Ji bo zarokên xwe yarîgeh çêkir
Ji bo zarokên xwe yarîgeh çêkir
Ji bo zarokên xwe yarîgeh çêkir
15 tebax, 2023   06:23
QAMIŞLO – CÎHAN SILÊMAN

Gundê Sehil li başûrê navçeya Tirbespiyê ye û girêdayî bajarokê Til Marûf e. Komîna gund yek ji komînên serkeftî yên herêmê ye ku gelek xebatan ji xelkê gund re pêşkêş dike û bi rêya komînê karê xwe bi rêxistin dikin.

Komîn, şaneyên sereke yên birêxistinkirina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bingeha Rêveberiya Xweser e. Her wiha ew yek ji berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan e ku armanca wê gel xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe û dûrî desthilata dewleta navendî rêgeza xwetêrkirinê û xebatan peyda bike.

Komîna Şehîd Dîrok a gundê Sehil di 2014'an de hate avakirin û ji wê demê de gelek proje bi awayekî komînal bi xelkê gund re çêkirine.

Parka Rêber Abdullah Ocalan a li navenda gund yek ji destkeftiyên Komîna Şehîd Dîrok e ku di encama hevkariya Şaredariya Gel a Til Marûf de piştî demeke kurt ji avakirina komînê hat avakirin.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Bajarokê Til Marûf û endama Komîna Şehîd Dîrok Xaliye Ehmed got wan ji bo rêzgirtina ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan re, navê wî li parkê kir.

Xaliye wiha domand: "Me cihekî guncaw ji bo zarokan jî peyda kir da ku tê de bilîzin û em hest dikin ku me tiştek mezin ji bo gundê xwe kiriye."

Şêniyên gund pev re girîngiyê didin parkê, darên wê av didin û li amûr û lîstikên zarokan dinêrin, her wiha di parkê de kursiyên ji bo kesên mezin jî hene.

Xaliye destnîşan kir ku hevkariya di navbera komînan û saziyên Rêveberiya Xweser de roleke mezin di pêşkêşkirina xebatan de lîst û gundê xwe wek mînak li ser vê mijarê, bi bîr xist.

Xaliye hêvî kir ku komîna gundê wan bibe nimûne ji tevahî gundên din re, ji bo ku xebatên komînal bikin û dar û beran zêde bikin.

(mh/şx)

ANHA