Ji ber germahiya zêde ciwanekê jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Til Temirê ya Hesekê jinekê ji ber germahiyê zêde jiyana xwe ji dest da.

Ji ber germahiya zêde ciwanekê jiyana xwe ji dest da
13 tebax, 2023   08:59
HESEKÊ

Li tevahî cîhanê pîleya germahiyê bilind bûye û di encamê de nexweşî çêdibin.

Ciwana bi navê Xedîce Mihemed Kinêhir a ji gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê duh ji ber tava dijwar jiyana xwe ji dest da.

Bijîşkan welatiyan hişyar dikin ku di saetên herî germ de dernekeven derve, zarok, nexweş û pîran biparêzin.

(bb)

ANHA