SOHR: Di depoyên moşekan ên Îranê de teqîn çêbûn

SOHR′ê ragihand ku di depoyên moşekan ên komên alîgirê Îranê yên li rojavayê Şamê de teqîn çêbûn û di encamê de zirarên madî çêbûn.

SOHR: Di depoyên moşekan ên Îranê de teqîn çêbûn
13 tebax, 2023   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku berbanga îro li Şamê û derdora wê dengên teqînan ji depoyên moşekan ên komên girêdayî Îranê li herêma Cebeliyê ya rojavayê paytextê hatin bihîstin.

Di encama teqînan de zirarên madî çêbûn, lê tu agahiyên li ser kuştiyan nehatin dayîn.

Li aliyekî din jî ajanseke bi ser hikumeta Şamê ve da zanîn ku şeva berê dengên teqînan ji derdora Şamê hatin bihîstin, lê tu sedem û hûrgiliyên din aşkera nekirin.

Îsraîlê di 7′ê Tebaxê de herêmên bakurê Şamê kirin hedef, di encamê de 6 kes, di nav de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û herî kêm 7 kes jî birîndar bûn.

(fr)