​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-8-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-8-2023
12 tebax, 2023   23:00

Şervan Derwîş anî ziman ku bi yekitî û hevgirtina şêniyên Minbicê tevahî êriş hatin pûçkirin û got "Şêniyên Minbicê îsbat kir ku xwedî îrade ne û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî disekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê got rizgarkirina herêmên dagirkerî mîsogeriya pûçkirina êrişên dagirgeriyê ye û bang li aliyên kurdî kir ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xebateke hevpar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber birîna ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, 9 dînamoyên dayîna avê ji Tebqayê re ji xizmetê derketin û bi wê re zêdetirî 50 hezar welatî bê ava vexwarinê mane. Rêveberiya Tebqayê hewl dide çareyên lezgîn ên dabînkirina avê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Serêkaniyê ya dagirkirî ji bilî 50 kal û pîrên Kurd û 7 xiristiyanan ji ol û baweriyên cuda kes nemaye. Êzidî, Çeçen û etnîkên din jî jê hatine derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojname û malperên erebî di hefteya borî de cih dan rewşa başûr û çolistana Sûriyeyê (Badiye), darbeya li Nîjerê, her wiha lihevkirineke ku tê payîn di navbera DYA û Riyadê de ser asta Rojhilata Navîn, pêk were.

Di van rojên germ de ji bo ava sar peyda bikin, karmendên sûriyeyî nêzî nîvê mûçeya xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclia navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, çalakiyeke protestoyî li pêşiya qada Navenda Çandê ya navçeyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turnovaya futbolê ya ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê li dar dixe saet di 158:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Efrîn û Şehbayê bi boneya 15`ê Tebaxê xwepêşandanek li dar dixe saet di 20:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)