​​​​​​​Qibrisê 100 sûriyeyî vegerandin Lubnanê

Qibrisê zêdetirî 100 welatiyên sûriyeyî vegerandin Lubnanê. Berdevka Nivîsgeha Lubnanê ya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku piraniya penaberên sûriyeyî vegerandine Sûriyeyê.

​​​​​​​Qibrisê 100 sûriyeyî vegerandin Lubnanê
12 tebax, 2023   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) duh ji ber vegerandina zêdetirî 100 welatiyên sûriyeyê ji Qibirsê ber bi Lubnanê ve fikarên xwe anî ziman û got ew penaber bêyî rewşa wan were diyarkirin bê ka pêwîstiya wan bi parastineke qanûnî heye ya na, hatin vegerandin.

Nivîsgeha Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê ya li Qibrisê ragihand ku veguhertina penaberan bêyî danîna garantiyên qanûnî ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi parastinê heye, li dijî qanûnên navneteweyî û yên Ewropayê ye.

Di navbera 29'ê Tîrmehê û 2'yê Tebaxê de 109 penaberên bi 3 keştiyan xwe gihandibûn Qibrisê, lê ji aliyê polîsên Qibrisê ve hatin vegerandin.

Hikumeta Qibrisê ragihandibû ku vegerandina bi vî rengî ya penaberan qanûnî ye û li gorî peymana dualî ye ku di sala 2004'an de bi welatên grevê û Lubnanê re îmze kiribû.

Berdevka Nivîsgeha Lubnanê ya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY'yê Lîza Ebû Xalid jî ji Associated Press re got: “Ji 109 penaberên ku Qibirsê ew vegerandine, piraniya wan sûriyeyî ne. Penaber piştî lêpirsîna ku ji aliyê artêşa Lubnanê ya bi wan re hate kirin, dersînorî Sûriyeyê hatin kirin.”

(bb)