Bîlançoya kuştiyên êrişa dawîn a DAIŞ′ê derket 33`an

Hejmara leşkerên hikumeta Şamê yên di êrişa dawîn a çeteyên DAIŞ′ê de hatine kuştin derket 33`an.

Bîlançoya kuştiyên êrişa dawîn a DAIŞ′ê derket 33`an
12 tebax, 2023   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa dawîn a çeteyên DAIŞ′ê de hatine kuştin derketiye 33`an.

Çeteyên DAIŞ′ê êvara pêncşemê li ser rêya Dêrazor-Humsê ya li beyara El Meyadîn êrişî wesayîteke leşkerî ya razanê ya hêzên hikumeta Şamê kiribû. Ev êriş wekî êrişa herî xwîndar a îsal hate hesibandin.

Li gorî belgeyên SOHR′ê, ji destpêka îsal de li çolistana Sûriyeyê ji ber operasyonên leşkerî 412 kes hatine kuştin; ji wan 157 welatiyên ku di êrişên DAIŞ`ê de hatine kuştin, 235 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê, 20 çeteyên DAIŞ′ê ne ku di şerên bi hêzên Şamê û êrişên hewayî yên Rûsyayê li herêmên li çolistana Hums, Siwêda, Hema, Reqa, Dêrazorê û Helebê hatine kuştin in.

DI MEHEKÊ DE ÊRIŞA SÊYEMÎN E

Ji destpêka vê mehê de, ev êrişa sêyemîn a çeteyên DAIŞ′ê ya li dijî hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirê wê ye.

Duşemê, di êrişa DAIŞ′ê ya li dijî bendên leşkerî yên li parêzgeha Reqayê de 10 leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin. Di êrişa DAIŞ′ê ya li dijî tenkerên petrolê ya li rojhilatê Hemayê de jî 7 kesên ku piraniya wan hêzên Şamê bûn, hatin kuştin.

Di 28′ê Tîrmehê de jî çeteyên DAIŞ′ê êrişa roja beriya wê ya li herêma Seyde Zeyneb a li başûrê Şamê girtibû ser xwe. Di wê êrişê de herî kêm 6 kes hatibûn kuştin, zêdetirî 20 kesan jî birîndar bibûn.

Pirî caran DAIŞ êrişên li djiî erebeyên leşkerî yan erebeyên veguhestina karmendan ên li cihên giştî bi taybet li çolistana Sûriyeyê, digire ser xwe.

Ji dema ku çeteyên DAIŞ′ê hemû herêmên di bin serweriya wan de ji dest dane, 4 serçeteyên wan hatine kuştin. Serçeteyê herî dawîn hatiye kuştin Ebû El Huseyin El Huseyinî El Qureşî bû. DAIŞ′ê di 3`yê Tabaxê de li şûna wî Ebû Hefes El Haşimî El Qureşî diyar kiibû. Bi vî rengî ev dibe serçeteyê 5`emîn ê DAIŞ`ê.

(f/c)