Hakanê Erdogan - Rauf KARAKOÇAN

Hakanê Erdogan - Rauf KARAKOÇAN
12 tebax, 2023   08:35

Hakan Fîdan ku bi eslê xwe Kurd e û di heman demê de dijminekî herî hov ê Kurdan e, bi 'Madalyona Xizmeta Hêja ya Dewletê' hate xelatkirin. Îcar berdêla vê jî çi bû; bê guman ev xelat ji bo xiyaneta li gelê xwe ye.

Şefê AKP'ê Erdogan dema ku di civîna MGK'ê (Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî) de diyarî didan fermandarên malnişîn dibûn, xulamê xwe yê dilsoz jî ji bîr nekir. Ji bo xizmetên wî yên di MÎT'ê (Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî) de, ‘Madalyona Xizmeta Hêja’ dayê, belê 'Madalyona Xizmeta Hêja'. Dema ‘xizmeta hêja’ tê gotin, divê kes li qehremanî yan jî îcadeke nû nefikire. Di berdêla kirina karên qirêjî yên Erdogan de, hestiyek avêtine berê û wisa hatiye xelatkirin.

Dema ‘Hakanê mezin’ ê Erdogan xelata xwe werdigirt jî îhmal nekir ku pesnê xwediyê xwe bide û got “Ez vê madalyonê li ser navê hevalên li Lîbya, Qerebax, Sûriye û Iraqê ji bo bicihanîna emrên te şehîd ketine, werdigirim.”

Baş tê zanîn ku Hakan Fîdan yek ji wan kesan e ku di dema polîtîkaya derve ya agresîf a hikumeta AKP'ê de, peywir danê. Ji ber ku serokê MÎT’ê bû, organîzatorê operasyonên veşartî û tarî ye. Di komplo û provokasyonan de pispor e. Em Hakan ji qeydên deng ên ketibûn ser çapemeniyê nas dikin ku digot “Em ê ji Sûriyeyê çend topan biavêjin Tirkiyeyê û em ê ji bo şer hincetekê çêkin.” Heke kujerekî ku li Sûriye, Iraq, Lîbya û Qerebaxê xwîna bi sed hezaran mirovên bê guneh rijandiye, madalyonekê ji kujerekî din wergire, ev tiştekî gelekî normal e.

Erdogan ji Hakan re dibêje "qutiya min a reş" lê di rastiyê de qutiya qirêjiyê ye, di heman demê de plansazê komkujiyên li Parîsê ye jî. Hakan, Sakîne Cansiz û Evîn Goyî û yên din li navenda Parîsê qetil kirin ji MÎT’ê terfî kir û derbasî Wezareta Karên Derve kirin.

Gelek mîsyonên di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê yên MÎT'ê de, rê li ber cînayet û komkujiyan vekir. Welat şewitandin, bi sed hezaran mirov kuştin, bi milyonan mirov koçber kirin û li her derê xwîn rijandin. Wek sûcdarekî profesyonel komkujiyên komî kirin. Niha jî wek celadekî xwînxwar, karên derve yên dewleta xwe temsîl dike. Dema dewlet wî bi merasîmên fermî pêşwazî bikin, gelo dê jê safî bibe? Belkî jî nûnertiya derve ya Tirkiyeya AKP'ê tenê li kesekî mîna Hakan tê.

Trenda ku Kurdek li Tirkiyeyê, ji payeya leşkeriyê heta MÎT'ê û ji wir jî heta Wezareta Karên Derve biçe, jixwe gelek tiştan nîşan dide. Nîşaneyeke baş a xulamokiyê û xiyaneta li nasname, çand û mirovên xwe ye.

Heke em nasname, çand û aîdiyetê deynin aliyekî jî, ji bo ku kesek bibe ‘qutiya reş’ a Erdogan, divê xwedî şexsiyeteke tarî be. Nizanim çima lê Cemal Paşayê Îttîhat û Terakkiyê anî bîra min. Bapîrê Cemal Paşa celadê padîşah bûye. Bavê wî jî leşkerekî bijîşk. Di malbateke mutewazî de mezin bûye. Li dibistanên leşkerî xwendiye û hwd. Li Sûriye û Bexdayê serhildan tepeser kirine. Li herêmê bi navên ‘Qesab Cemal’, ‘El Cezzar’ û ‘Seffah Cemal’ hatiye naskirin. Ji girîngtirîn kesayetên sereke yên hêza her sê paşayan (Enver, Talat, Cemal) e. Cemal bi hesreta tûranîzmê radibe rûdinê, lê tê îdiakirin ku yan Gurciyekî ji Mîdîlliyê ye yan jî devşirme ye. Ji ber 'xizmetên xwe yên hêja' nekarî li ‘welatê xwe’ bimîne, heta ku li Tîbîlîsê hate kuştin.

Hakan jî ji ber 'xizmetên xwe yên hêja' bi madalyonekê hat xelatkirin. Helbet, tu agahî tune ne ka ev ‘xizmetên hêja’ çi ne. Di operasyonên veşartî yên li Sûriye, Iraq, Lîbya, Qerebax, Parîs û gelek welatên din de gelo çi kir? Dema ku li welatên xizan ên Afrîkayê li gel FETO’yê bû û dema li dijî FETO’yê bû, çi dek û dolab kirin? Rojekê dê çerx bizivire û dê were fêmkirin ka çi kujerekî hov e. Xulamokê sadiq ê Sultan Erdogan, dê wek yawerê qatil Hakan, bikeve nava rûpelên dîrokê.

Tevî ku hemû 'xizmetên hêja' yên di MÎT'ê de kirine nayên zanîn jî, hin meharetên wî hene ku aşkera bûne. Têkiliya wî ya bi DAIŞ'ê re rastiyeke rasteqîn e. Bûyera ku wek kamyonên MÎT'ê tê zanîn... Çapemeniyê ragihandibû ku bi navê alîkariyê cebilxane û çek ji DAIŞ'ê re hatine şandin. Ji ber wê jî ji bo îfadedayînê hate gazîkirin lê sultan Erdogan destûr nedayê. Sûcê xwe baş dizanî, loma xwest ji MÎT'ê îstifa bike û ji bo ku parêzbendiyê wergire, bibe parlamenter. Sultan dîsa destûr nedayê. Qutiya reş bû û karên qirêjî dimeşandin û di dawiyê de jî kirin wezîrê karên derve û bi vî rengî ji tarîtiya MÎT'ê derket.

Li dijî tevgera azadiyê ya Kurd li gelek qadan MÎT bi rêxistin kir. Sîxur bi rêxistin kirin û komkujî domandin. Agahiyên ji bo êrişên bi dronan ên li Mexmûr, Şengal, Silêmaniyê, li tevahiya Rojava û bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê û xebatên hevpar ên bi PDK'ê re, ji ‘xizmetên hêja’ yên Hakan in.

Her ku li ber emrê sultan Erdogan xebitî, her ku bi şelaqî û melaqiyan li dor Erdogan geriya, bextê wî jî xweş bû. Divê were zanîn; tu îmaj nikarin karakterê kujeran biguherînin û tu wezaret an jî tu nav û nîşanek nikare qirêjiya wî safî bike.

ANHA