'Li beravên Îtalyayê 623 penaber hatin rizgarkirin'

Rêxistineke Ewropayê da zanîn ku wan li başûrê rojavayê girava Lampedusa ya Îtalyayê 623 penaberên hewl didan bi rêyên nerewa xwe bigihînin Ewropayê, rizgar kirine.

'Li beravên Îtalyayê 623 penaber hatin rizgarkirin'
12 tebax, 2023   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Ewropayê ya ne hikumî “SOS Mediterranee” ragihand ku keştiya rizgariyê ′Ocean Viking′ ya ku wan kirê kiriye, li başûrê rojavayê gireva Lampedusa ya Îtalyayê 623 penaberên ku 15 caran hewl dane xwe bighînin Ewropayê rizgar kirine.

Rêxistina navxweyî ku navenda wê li Marseille ya Fransayê ye, da zanîn ku di nava penaberên hatine rizgarkirin de 146 zarokên bêyî malbatên xwe, 15 zarokên bi malbatên xwe re û 2 jin jî hene.

Cîgira Gerînendeyê Operasyonan Carla Melki got ji ber ku nikarin hemû kesên rizgarbûyî veguhêzin, dê beşek ji wan li Lampedusa û beşekî din jî li beravê Civitavecchia ya bakurê rojavayê Romayê deynin û anî ziman ku ku dibe keştî di 14 an 15′ê Tebaxê de bigihîne wan deveran.

Ajanseke Îtalyayê ′NOVA′ jî demeke berê ragihandibû ku li hember gireva Lampedusa 41 penaberên noq bûne.

(fr/c)