Li Başûr konferansa jinên ji baweriyên cuda tê lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera komkujiya li Şengalê, bi pêşengiya TAJÊ`yê konferansa jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesihî tê lidarxistin.

Li Başûr konferansa jinên ji baweriyên cuda tê lidarxistin
12 tebax, 2023   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa jinên ji bawerî û civakên cuda bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê li asta Başûrê Kurdistanê de îro di demjimêr 09:45‘an de li bajarê Silêmaniyê dest pê kir. Konferans di bin dirûşmeya “Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” tê lidarxistin.

Ji Ranya, Silêmanî, Kerkûk û Helepçe jî ji gelek sazî û dezgehên jinan, ji baweriyên baweriyên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî û Mesîhî jî bi dehan jin tevlî konferansê bûne.

Destpêka konferansê de Dayê Şemê ku Endama Koordînasyona TAJÊ`yê ye ji bo beşdarvanên konferansê lorînek li ser fermanê vegot.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Reham Heço ve hat kirin.

Reham Heço di axaftina xwe de di şexsê qurbaniyên fermana 74’an de tevahî mirovên ku di komkujiyên li ser axa Iraqê de pêkhatî ne de jiyana xwe ji dest dane bi bi bîr anîn û got: “Bêguman di qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’yan de herî zêde jin bun qurbanî. Di şexsê jina Êzidî de civaka Êzidî di qirkirinê re derbas bû. Jinan femîsayid jiyan kirin. Her wiha 3504 jin dîl ketin destê çeteyên DAIŞ û li bazarên koletiyê de hatin firotin. 9 sal li ser derbas bûn. Hîna jî hêjmarekî mezin aqûbeta jinên Êzidî nayên zanîn û 1340 dîlgirtî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Jenosîda 3’yê Tebaxa 2014’yan ya li ser civaka Êzidî pêk hatî, ji aliyê 13 welatan ve bi fermî wek jenosîd hatiye qebûlkirin. Ew gavek girîng û erênî ye. Em wek TAJÊ`yê vê biryarê bi wate dibînin. Lê tenê biryar girtin bes nîne. Pêwîst e ji berpirsên vê qirkirinê hesab bên xwestin û ew werin darizandin. Lê mixabin hîna ev jenosîd ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûl kirin. Hêjî ji DAIŞ û hevkarê wê hesap nehatiye xwestin.”

Reham di berdewamiya axaftina de hêvî kir ku ev konferans bibe gavek bo hezên herêmî û navdewletî xwedî li berpirsiyariyên xwe derbikevin. Reham bal kişand ser rewşa jinên li Efganistanê û Başûrê Kurdistanê.

Reham Heço di dawiyê de ji bo hemû bawerî, netew û ol di nava azadî û aramî de bijîn, ji bo carekî din li ser komkujî, talan, wêran û firotîna jinan neyên kirin, banga têkoşînê kir.

Konferans bi axaftina nûnerên sazî û rêxistinên jinan berdewam dike.