Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ′ê yên li Reqayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ′ê yên li beyarê Reqayê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ′ê yên li Reqayê bombebaran kirin
11 tebax, 2023   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê şeva berê nuqteyên çeteyên DAIŞ′ê yên li beyarê Reqayê bombebaran kirin, lê agahiyên li ser kuştiyan nehat bibîrxistin.

Ji çend mehan ve balafirên şer li asîmana beyarê Sûriyeyê nagerin û tu êriş pêk neanîn.

Çeteyên DAIŞ′ê di çend saetên borî de êrişên tund li dijî leşkerên hêzên hikumeta Şamê pêk anîn, di encamê de 23 leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

(fr)