​​​​​​​Polîsên Tirk li Mêrsînê 11 kes destgîr kirin

Li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyeyê serê vê sibehê polîsên dewleta Tirk bi ser malan de girt û herî kêm 11 kes destgîr kirin.

​​​​​​​Polîsên Tirk li Mêrsînê 11 kes destgîr kirin
11 tebax, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker bi îdîaya ku di pîrozbahiyên Newrozê de 'propaganda rêxistinê' kirine û amadekariya çalakiyê kirin, 11 kes destgîr kirin.

Li gorî agahiyan ji kesên hatine destgîrkirin navên 2 kesan Şiyar Ogûz û Muhammet Tûtmaz in.

Kesên destgîrkirî birine Gerînendetiya Emniyetê ya Mêrsînê.