​​​​​​​‘Tevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re xiyanet e’

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan wek 'xiyanetiya li Kurdan' bi nav kir. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê da.

​​​​​​​‘Tevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re xiyanet e’
11 tebax, 2023   05:32
ŞEHBA - ZEYNEB ŞÊXO

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê kiryarên PDK'ê şermezar kir.

Menel Şêxo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk dewam dikin û wiha got: “Tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya ji bo dorpêçkirina gerîla, em şermezar dikin û em vê  tevkariyê wek xiyanet dibînin. Em dizanin çima êriş li ser gerîla zêde kirine; da ku îradeya gel bişikînin. Gerîla zarokên me ne û parastina axa xwe dikin, her wiha em bi gerîla hene.”

Esye Ebdo jî anî ziman ku êrişa li ser gerîla li ser tevahî gelê Kurd e û got: "Hêzên gerîla zarokên me ne ku ji bo azadî û rûmeta me tê dikoşin."

Esye Ebdo kiryarên PDK'ê wek xiyaneta li doza Kurd pênase kir û got: "Tu kes nikare me ji gerîla dûr bixe û tu kes nikare gerîla ji me dûr bixe. Piştevaniya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyaneteke li doza Kurd e. Em soz didin ku em pey xeta gerîlayên xwe bimeşin.”

Hesen Berko êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û wiha got: "Ev êrişên bi destê dewlerta Tirk, bi hevkariya NATO û bi alîkariya PDK'ê pêk tên. Bi çekên qedexekirî jî êriş dike, li gorî ku tê zanîn ev çek qedexe ne, lê çawa li ser zarokên me tên bikaranîn û hemû saziyên mafên mirovan dengê xwe nakin. "

Beko wiha dewam kir: "Hem tecrîdê li ser Rêber Apo û hem jî êrişa li ser gerîla di hemam demê ye, da ku şoreşa Kurdistanê û hemû Kurdan tune bikin. Dinya tevahî dizane ku ya Şengal ji DAIŞ’ê xelas kiriye tevgera azadiya Kurdistanê ye. Em dest ji gerîlayên xwe bernadin."

Beko bang li gelê Kurd kir ku li hemberî PDK'ê û tevkariya wê ya bi dijminên Kurdistanê re bisekinin û got: "Em heta dawiyê ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin gerîla û têkoşîna xwe bilindtir bikin."

ANHA