​​​​​​​‘Destwerdana leşkerî li Nîjerê çênabe’

Şîrovekarên siyasî diyar kir ku îhtîlama ku destwerdana leşkerî li Nîjerê were kirin, dûr e û bang li Fransayê kir ku nêzîkatiyên xwe yên bi welatên Afrîkayê re biguherîne.

​​​​​​​‘Destwerdana leşkerî li Nîjerê çênabe’
11 tebax, 2023   05:50
QAHÎRE- MUHSIN EL MISIRÎ

Koma "ECOWAS" ku ji serokên 15 welatên rojavayê Afrîkayê pêk tê, muhleta hefteyekê dabû artêşa Nîjerê da ku Bazom vegerîne cihê wî. Koma ECOWAS gef xwaribû ku eger Bazom venegere ser erka xwe, dibe destwerdana leşkerî hilbijêre. Meclisa leşkerî ya desthilatdar jî li Nîjerê qada hewayî ya Nîjerê girt û soza parastina welat da.

Ruxmî ku muhleta ECOWAS'ê roja Yekşemê 6'ê Tebaxê bi dawî bû jî, lê heta niha tu gav neavêtine. Lê metirsiyên navneteweyî hene ku aloziya leşkerî li Nîjerê zêdetir bibe ku ji welatên herî xizan ên cîhanê ye.

Fransa destekê dide destwerdana leşkerî ya li Nîjerê, nemaze ku serokê Nîjerê Bazom hevalbendê dawîn ê Parîsê yê li rojavayê Afrîkayê ye.

FRANSA Û AFRÎKA

Lêkolînerê tunisî Nîzar El Celîdî ku li Parîsê dîmîne, anî ziman ku kaxeza Fransayê li gelemperiya Afrîkayê bi temamî bi dawî bûye û diyar kir ku afrîkî destwerdan û hegemonyaya Fransayê red dike.

El Celîdî her wiha got: "Vetoya xurt a Cezaîrê ya li dijî destwerdana leşkerî ya li Nîjerê dê nehêle guleyek were teqandin, ji ber ku herêm mîna mayineke li ber teqînê ye û bi çirûskekê dê biteqe."

El Celîdî ji ANHA'yê re axivî û got: "Fransa li ser uranyumê dijî ku ji Nîjerê derdixe. Her wiha ji sedî 70 enerjiya ku Fransa ji Afrîkayê bi taybet ji Nîjerê derdixe, difiroşe cîhanê."

El Celîdî destnîşan kir ku divê Parîs ya ku her tişt ji dest daye derbasî pêvajoya dîplomasiyê bibe û anî ziman ku ne mimkun e Fransa destwerdana leşkerî li Nîjerê bike.

Nîzar El Celîdî da zanîn ku serdema parastina herêmê ya ji aliyê Fransayê ve qediyaye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Parîsê ku bi dehan salan peravên Afrîkayê dagir kiribûn û dewlemeniya wê talan kiribû, niha li pêşberî gefa derketina ji herêmê re rû bi rû ye. Dewletên Afrîkayê êdî dan û standina bi Çîn û Rûsyayê re di ser dan û standinên bi rojava re ya bi zîhniyeta mêtingeriyê ya kevin nêzîk dibe, tercîh dike."

DESTWERDANA LEŞKERÎ

Der barê îhtîmala destwerdana leşkerî ya Fransa li Nîjerê de El Celîdî ev nirxandin kir: "Teqandina her guleyekê dê mîna ragihandina şerekî cîhanî li herêmê be. Cîhan jî di dema heyî de nikare bandorên vî şerî tehmul bike. Lew re dê hêzên mezin destur nedin ku destwerdana leşkerî çêbibe. Eger Koma ECOWAS'ê, NATO û Fransayê biryara destwerdana leşkerî bidin jî dê tevahî senaryoyên vê destwerdanê têk biçin. Wê nikaribin guleyekê jî biteqînin, nemaze dema destwerdan li Lîbya, Gambiya û Cote d'Ivoire kirin, têk çûn. Ji wê zêdetir Cezîrê li dijî her operasyoneke leşkerî li Nîjerê veto bi kar aniye. Her kes karînên leşkerî yên Cezaîrê dizanin. Cezaîr hevalbendekî rasterast ê Rûsyayê ye û her guleyek li herêmê were teqandin wê Cezaîr bi tevahî hêza bikeve tevgerê, ji ber ku Cezaîr di wê baweriyê de ku her rûdaneke li dijî herêmê, li Malî, Burkîna Faso û Nîjerê wekî hewldanek û planekê ji bo tengavkirina xwe dibîne, nemaze ku Cezaîr ji ber ku aloziya sînorî yên bi Lîbya, Fas û di dawiyê de bi Nîjerê re zehmetiyan dibîne."

Li gorî El Celîdî, helwesta Amerîkayê jî diyar e ku her tevgereke leşkerî li herêmê red dike, Fransayê jî ji dûr ve hewlestê dişopîne û hewl dide çareseriyekê bibîne, nexasim ji ber ku her tişt li Afrîkayê ji dest daye.

El Celîdî her wiha got: "Dewletên Afrîkayê jî destwerdanê nakin, ji ber dizanin ku li piraniya welatan pêkhateyeke eşîrî heye, her wiha dizanin ku komên terorîst hene û dikarin di her kêliyê de bilivin. Lewra dengê guleyan dernakeve. Hemû tiştên ku diqewimin hewldanek e ji bo baştirkirina şert û mercên dan û standinê, ji bo derxistina Bazom e, her wiha ji bo destpêkirina pêvajoyek siyasî ye."

‘REWŞEKE NÛ YE’

Pisporê cezaîrî Ebdurehman Hadif jî got: ''Bi taybetî li herêma peravî, bûyerên li Afrîkayê rû didin rewşa nû ya li cîhanê îfade dike, bi taybet jî ji ber ku daxwazeke mezin a guhertinaa pergala global û veguhestina li rewşeke nû ya herî edaline ye."

Hadif diyar kir ku bûyerên li welatên wekî Nîjerê û beriya wê li Burkîna Faso, Malî û welatên din ên Afrîqayê diqewime, encameke xwezayî ya cudabûna armancên dewletên ku berê welatên Afrîkayê kolonîze dikirin e. Hadif her wiha got: "Ev dewlet bi navê ku dê welatên Afrîka û serokên wan ên nû ji kirasê kolonyalîzmê derxin û di warê tenduristî, perwerde û xwarinê de  pêşketinan li herêmê pêk bînin,  dixwazin berhemên wê talan bikin. Afrîka ji parzemînên herî dewlemend e, lê di warê gişkirinê de pir li paş e. Ji ber vê yekê pêwîst e ev rewş were guhertin. Vê dawiyê li hejmareke welatan guhertin di pergala siyasî de çêbû, di heman demê de gelek darbe çêbûn. Nîjer, Malî û Bûrkîna Faso û Afrîka ya navîn mînak in. Daxwazên pêkanîna guhertinan hene."

Hadif têkildarî nêzîkatiyên Fransayê jî ev nirxandin kir: "Fransa di nava aloziyên mezin de ye. Li welatên Afrîkayê gel ji hebûna Fransayê nerazî ye. Serokkomarê Fransayê yê berê Jacques Chirac ê mirî digot, 'Fransa bêyî Afrîka mîna welatên cîhanê yên sêyemîn e .'  Metirsiyên mezin ên desthilata Fransayê hene ku têkiliyên Fransa û dewletên Afrîkayê bi temamî qut bibin, ku Fransa piraniya serwetên wan bi kar tîne. Bi taybetî Nîjerê xwedî berhemên xwezayî yên mezin e ku Fransa werdigirtin."

Hadif anî ziman ku ya li Afrîkayê rû dide, sererastkirina rewşê ye, her wiha çûna ber bi pergaleke nû ve ye da ku ji hegemoniya Fransayê xilas bibin û danîna bingehên geşkirina civakî û aborî ya adilane ya mayînde ye.

Ebdurehman Hadif her wiha got, divê Fransa fêm bike ku rewş êdî tê guhertin û pêwîstiya Afrîka bi pêşketinê heye ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê Fransayê nêzîkatiyên xwe yên bi welatên perav re biguherîne. Her wiha divê Fransayê nas bike ku Çînê û Rûsyayê yên ku li ser îstîsmarên mezin li Afrîkayê dixebitin, hem berjewendîyên xwe pêk tînin û hem jî ji gelê Afrîkayê re xizmet bikin. Ji ber vê yekê hebûna Çîn û Rûsyayê ya li Afrîkayê tê pêşwazîkirin."

Hadif anî ziman ku wê destwerdana leşkerî li Nîjerê nebe û sedema vê yekê spart bandorên neynî yên mezin ku herêm nikare tehemul bike.

Ebdurehman Hadif der barê bandora Fransa li Afrîkayê got: "Rewşa jeopolîtîk a li herêmê nêzî îlankirina dawiya serdema emperyalîzma qutbî û avakirina sîstemeke nû dibe. Fransa yek ji sembolên emperyalîzmê tê dîtin û wê zehmet be pozîsyona xwe ya li peravên Afrîkayê bidomîne. Divê Fransa di nêzîkatiyên xwe yên bi welatên herêmê re bi dan û standina nû bifikire.”

(bb)

ANHA