Ciwanên Girkê Legê: “Êdî bes e êriş û xiyanet dem dema azadiyê ye

Di çarçoveya seferberiya giştî de ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kiriye, îro Yekitiya Ciwanên Sûriyeyê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan meşeke meşalayan li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo li dar xist.

Ciwanên Girkê Legê: “Êdî bes e êriş û xiyanet dem dema azadiyê ye
Ciwanên Girkê Legê: “Êdî bes e êriş û xiyanet dem dema azadiyê ye
Ciwanên Girkê Legê: “Êdî bes e êriş û xiyanet dem dema azadiyê ye
Ciwanên Girkê Legê: “Êdî bes e êriş û xiyanet dem dema azadiyê ye
Ciwanên Girkê Legê: “Êdî bes e êriş û xiyanet dem dema azadiyê ye
9 tebax, 2023   19:25
QAMIŞLO

Endamên Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û xelkê navçeyê li qada Şehîd Xebat kom bûn û dest bi çalakiya xwe kir.

Ciwanan ta sûka navendî ya navçeyê meşiyan. Li wir endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Wedha Salih Omer daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji girankirina tecrîdê û siyasetên din, ew e ku civakên li ser şopa ramana Rêber Abdullah Ocalan dimeşin, ji Rêbertî dûr bixin. Da ku siyasetên xwe yên qirkirina gelan berdewam bike.

Em dibêjin, êdî bes e êriş, êdî bes e dagirkerî, êdî bes e xiyaneta PDK`. PDK`ê piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike. Dem dema azadiyê ye. Em soz didin ku têkoşînê mezin bikin da ku di şerê azadiyê de û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi ser kevin.”

(şx)

ANHA