Beşar Esed: Çima em ê bi Erdogan re bicivin qey ji bo vexwarinan vexwin!

Beşar Esed şertên hevdîtina bi serokê dewleta Tirk a dagirker re red kirin.

Beşar Esed: Çima em ê bi Erdogan re bicivin qey ji bo vexwarinan vexwin!
9 tebax, 2023   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşar Esed ji Skya News a Erebiye re axivî û êriş serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan kir û got li gor şert û mercên wî hevdîtin nayê kirin.

Esed anî ziman ku armanca welatê wî aşkere ye ku divê dewleta Tirk ji axa Sûriyeyê vekişe. Her wiha got: “Lê armanca Erdogan ji hevdîtinê rawakirina hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê ye. Bêyî amadekirinê yanî bê encam e. Gelo em ê çima bi Erdogan re bicivin, da ku vexwarinan vexwin yanî?"

Di Tîrmehê de, serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan gotibû ew ji bo hevdîtina bi Beşar Esed re amade ye, lê diyar kir ku vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê wek şertek pêşwext ji bo danûstandinan, nayê qebûlkirin.

(fr/şx)