Balafireke dewleta Tirk li gundewarê Silêmaniyê wesayîtek bombebaran: Birîndar hene

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk ya dagirker, li navçeya Dûkan a Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Balafireke dewleta Tirk li gundewarê Silêmaniyê wesayîtek bombebaran: Birîndar hene
9 tebax, 2023   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên destpêkê yên ku Roj News`ê parve kirin, balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya sereke ya Dûkan-Xelekan a sînorê parêzgaha Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Li gorî agahiyên Qaymiqamê Navçeya Navendî ya Silêmaniyê di encama êrişa balafirê de 2 kes birîndar bûne. Hate zanîn ku welatiyên ku di encama êrişê de birîndar bûne, rakirine Nexweşxaneya Dûkanê.

Hate zanîn ku rewşa kesên birîndar giran e.

Têkildarî êrişa balafira dewleta Tirk ya faşîst, Qaymiqamê Dûkanê ragihand ku piştî lêkolîna destpêkê hate zanîn ku êriş bi balafira bêmirov hatiye kirin.

Li gorî agahiyên xwecih, êriş li ser rêya nêzîkî gundê Qelat pêk hatiye û tîmên Parastina Sivîl çûne cihê bûyerê û agirê bi wesayîtê ketiye vemirandine û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve lêkolîna li ser êrişê hatiye destpêkirin.