`Xelkê herêmê gelekî şoreşger e Dewleta Tirk nikare vîna kurdan bişikîne`

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Nûrşîn Serhed û soza şopandina rêya wê dan.

9 tebax, 2023   14:28
 HELEB

Endamên saziyên sivîl, hêzên leşker, meclis, komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Nûrşîn Serhed bûn ku li pêşiya mala wê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hatiye lidarxistin.

Şehîd Ferîhan Îsmaîl (Nûrşîn Serhed) 8`ê Tebaxa 2022`yan di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Xeta şehîd Cengîz, xeta şehîd Rûbar Qamişlo, xeta şehîd Gelhat, xeta şehîd Gulê Selmo tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de endamê Rêveberiya Meclisa Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo Bedran Hemo axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku meha Tebaxê ji bo kurdan, gelek girîng e û got: “Gelê Kurd bi berxwedana lehengên li şiyayên azad dê bigihêje azadiya xwe. Made mew şervan li hember zihniyeta dijminê dagirker li ber xwe didin û têkoşînê mezin dikin, gelê Kurd dê bigihêje azadiya xwe.”

 “ŞEHÎDAN SÎNORÊN DI NAVBERA GELAN DE JI HOLÊ RAKIRIN”

Hemo destnîşan kir ku şehîdan sînorên ku dijmin di navbera gelan de danîne rakirin û got: “Şehîdên tevgera azadiyê, sînoran nasnakin. Şehîdên me, cîhanê bi gelê Kurd û gelê herêmê dan nasandin.”

Endama Meclisa Şehîd Gulê Selmo Ewaş Mihemed axivî û wiha anî ziman: “Şehîdan di oxira rizgarkirina xelk û welêt de, canê xwe feda kirin. Şehîd çirûska azadiyê ne û rêya rûmetê ronî dikin.”

Ewaş soz da şehîd Nûrşîn ku tola wê û tevahî şehîdan hilînin û şopdarên rêya wan bin.

Endamê Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) Cemal Mihemed wiha axivî: “Xelkê herêmê gelekî şoreşger e. Xwe li hember dijmin îsbat kirin. Dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê nikarin vîna kurdan bişikînin. Em dê li hember xayînan bisekinin û dagirkeriyê têk bibin.”

(şx)

ANHA