Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan

Li Tebqayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê çalakiyên civakî berdewam in.

Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan
Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan
Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan
Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan
Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan
Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan
Li hember siyasetên dewleta Tirk li Tebqayê xwepêşandan
9 tebax, 2023   14:07
 TEBQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan û rûspiyên êlên herêmê tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji taxa yekemîn dest pê kir û li ber Navenda YEkitiya Xwendekaran rawestî û veguherî mitingê.

Di mitingê de, endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Tebqayê Diya El Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bawermendên projeya neteweya demokratîk, hat şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku, girankirina tecrîdê û zêdekirina êrişan li dijî herêmê bi armanca veşartina binkeftina di şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de ye.

Di dawiyê de hate gotin: “Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku şopdarên rêya berxwedan û têkoşînê bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Her wiha em careke din soz didin hêzên parastinê yên rewa ku gelê herêmê û hêzên parastinê, dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û kirîvê wê Erdogan di xendeqekê de li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA