ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-8-2023
8 tebax, 2023   23:00

Şêniyên Kobanê destnîşna kirin ku sûcên li dijî Rêber Abdulah Ocalan tên kirin ne tiştekî nû ne û ji hezar salan ve didomin. Şêniyan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi ramana xwe mask ji rûyên dagirkeran xist xwarê û divê her kes ramana wî ji xwe re bike bingeh, tecrîda li ser wî têk bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xêr diyar kir ku teza Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî konfedralîzma gelan dikare were pratîzekirin û got “Ji ber ku dewletên Rojhilata Navîn di aliyê ol de nêzî hev in, di aliyê cografîk de jî cîran in. Lewma dikare jiyaneke baştir lê were sazkirin.” (BI WÊNE)

Endamên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di beyannameya Rêveberiya Xweser de ye û got divê her kes piştgiriya wê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer û hiqûqnas Şahîn Lalê hişyariya rûdana karesatê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de da û got: “Sûcên dijberî prensîbên mafên mirovan ên sala 1948`an, Danezana NY`yê û lihevkirinên Cinêvê û her sê protokolên wê dubare dibin û amadekariyên gihandina nifşekî kujer tên kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di vê dawiyê de nakokî di navbera Hizbullahê Lubnanî û Îsraîlê de zêde bûye. Gelo li pişt vê aloziyê kî hene? Encamên wê li ser gelê Lubnanê yê bargiran çi ne? (BI WÊNE)

Ciwanên êla Benî Seba kampanya “Avê bidin xelkê Hesekê” dest pê dikin. kampanya ji zêdetirî 80 sahrîcên avê pêk tê û ji Parka 4`ê Nîsanê bi koordîneya Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê diçin Hesekê saet di 8:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo şehîdê HPG`ê Yasir Silêman (Lawend Qamişlo) merasîmeke xiyabî li pêşiya mala malbatê ya li taxa Xerbî li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye têkildarî guhertina demografiya kantona Efrînê daxuyaniyekê li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdas dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşeke bi meşalayan li dar dixe ku ji Qada Şehîd Xebat dest pê dike saet di 20:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)