Wezîrê parastinê yê Îsraîlê gef xwar: Em ê Lubnan li serdema kevir veerînin

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant li ser encamên rageşiyeke din li sînor hişyarî da û gef xwar ku Lubnan li “serdema kevir” mîna ku bi nav kiriye, vegerîne heke şer dest pê bike.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê gef xwar: Em ê Lubnan li serdema kevir veerînin
8 tebax, 2023   20:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Yoav Gallant dema li ser sînorên bakur ên bi Lubnanê re digeriya got Îsraîl ji bo parastina ewlehiya xwe dê bê teredud tevahî hêzên xwe bi kar bîne. Di heman demê de îşaret pê kir ku welatê wî şer naxwaze.

Yoav Gallant diyar kir ku ji bo şopandina bûyerên di vê dawiyê de li sînorên bakur ên bi Lubnanê re rû dane hatiye herêmê. Di serdanê de, bi fermandarên artêşê û leşkeran re civiya.

Di vê dawiyê de li ser sînorên Îsraîl-Lubnanê rageşiyeke balkêş heye. Nemaze ku Îsraîlê beşeke bakurê bajarokê Xecer ê başûr rojhilatê Lubnanê tev li xwe kir. Avahî tê de avakirin û tê danîn, li dora bajarokê dîwarek girt. Hizbullahê Lubnanê wek bersiv, 2 kon li herêma mezari Şeba danîn ku di bin kontrola Îsraîlê de ye.

(şx)