Dewleta Tirk a dagirker gundekî şehbayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îs ê kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker gundekî şehbayê topbaran dike
8 tebax, 2023   18:57
ŞEHBA

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me diyar kirine, gundê Şêx Îs ê kantona Şehbayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi çekên giran tê topbarankirin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku topbaran berdewam e.

Lê agahiyên dîtir der barê topbaranê û encamên wê de nehatin bidestxistin.

(mh)