​​​​​​​Dîroknasê misirî: Teza Ocalan a konfedralîzma gelên Rojhilata Navîn dikare pratîze bibe

Nivîskar û dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xêr diyar kir ku teza Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî konfedralîzma gelan dikare were pratîzekirin û got “Ji ber ku dewletên Rojhilata Navîn di aliyê ol de nêzî hev in, di aliyê cografîk de jî cîran in. Lewma dikare jiyaneke baştir lê were sazkirin.”

​​​​​​​Dîroknasê misirî: Teza Ocalan a konfedralîzma gelên Rojhilata Navîn dikare pratîze bibe
8 tebax, 2023   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN - MUHSIN EL MISIRÎ

Peymanên Lozan û Sykes-Picot Kurdistan û dewletên Ereban parçe kirin û bi armanca veguherîna herêmê bo herêmeke şerê pêkhateyan, bi fermana dewletên hegemon netewedewletên erebî, tirkî û cihûyan ava kirin.

Li hember vê planê li dijî Rojhilata Navîn, Rêber Abdullah Ocalan banga Lozaneke nû “Lozana Civakî” di navbera gelan de kir ku xwe dispêre yekitiya tevahî gelên Rojhilata Navîn û di çarçoveya konfedralîzma demokratîk a Rojhilata Navîn de pêk tê. Her wiha dijberî Peymana Lozanê ye ku dewletên hegemonîk saz kiribû.

Gelo pêkanîna vê konfedralîzmê pêkan e? Bandora wê li ser paşeroja herêmê çi ye? Ji bo bidawîkirnia aloziyên Rojhilata Navîn rêbaza herî guncaw çi ye?

LOZANA GELAN

Têkildarî mijarê, dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xêr ji ajansa me re axivî û got: "Têgeha Lozana Gelan a Rêber Abdullah Ocalan fikreke nû û baş e."

Ebû El Xêr wiha domand: "Lozana hikumetên kevn a sala 1923′yan, dewletên ku bi rêya wê serxwebûna xwe bi dest xistin, ji hev ketin û qels bûn. Di navbera dewletên ku ji xîlafeta Osmaniyan veqetiyane, şer derketin. Beriya wê jî Peymana Sykes-Picot û beriya wê jî lihevkirina Brîtanya-Fransayê yasala 1904`an hebû, ev hemû ji bo parçekirina herêma Ereban bûn."

Ebû El Xêr destnîşan kir ku tevahî peymanên hikumetên mêtinger ne tenê zulm li gelê Kurd kir, lê belê zulm li hikumetên Ereb û Tirkan jî kir û wiha pê de çû: “Di navbera Tirkiye-Sûriyeyê, Iraq-Îranê, piştre jî di navbera Iraq û Ereban de piştî şerê Kuweytê û gefxwarinên li herêma Kendavê, şer derketin. Ji wê jî zêdetir di sala 1948′an de dewleta Îsraîlê hate damezrandin.

Ebû El Xêr di dewama nirxandina xwe de got: “Ev dûrxistin û paşguhkirin dihêle em fikireya herî baş a Lozana Gelan biparêzin. Ji ber ku gel mayînde ne û hikumet diçin. Ruxmî ku gelê Kurd di nava dewletên herêmê de hatiye parçekirin jî, lê ew gel hîna heye û li ser axa xwe û cografiya xwe dijî. Dibe ku ji gelên din ên herêmê ku xwedî hikumetên nîştimanî ne jî, bi istiqrartir be.”

KONFEDERALÎZMA ROJHILATA NAVÎN

Dîroknasê misirî Ebû El Xêr diyar kir ku Lozana Civakî fikreke nû ye û konfedralîzma ku hemû dewletên herêmê digire nava xwe, armanc dike û wiha dewam kir. “Li gorî wê, tevahî hikumet yek armancê pêk tînin. Gel dikarin xwe ji hegemonyaya dewletên mezin xilas bikin û dikare îstiqrar di navbera gelan de pêk were. Di navbera dewletên konfedralîzmê de şer dernakeve. Ya herî girîng jî, hebûna demokrasiyeke rasteqîn a xwe dispêre gelan e. Di çarçoveya civakî de dikare jê qezenc bên bidestxistin, hevgirtineke aborî û civakî dikare were avakirin. Ev hevgirtina di çarçoveya konfedralîzmê de dê rê li pêşiya destwerdana kar û barên civakê ji aliyê dewletan ve bigire.”

Li gorî dîroknasê misirî Ebû El Xêr, xwegihandina vê fikra demokratîk û pêkanîna konfedralîzma gelên herêmê, hêvî û xeyala ku divê ji bo pêkanîna wê hewl bê dayîn, temsîl dike. Ebû El Xêr bal kişand ser girîngiya hewldana ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan û gpt: “Ew ji her kesî baştir dikare vê fikra xwe pratîze bike.”

TECRÎDA LI SER RÊBER OCALAN

Ebû El Xêr der barê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de jî ev tişt anîn ziman: "Armanca tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ew e ku fikrên wî negihîjin gelê herêmê. Ji ber ku hêzên li dijî mafên azadiyê yên gelan ji nêrînên Ocalan ên derbarê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de ku xwe dispêrin nirxên azadî, biratî û demokrasiyê, ditirsin.”

Ebû El Xêr destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo rê li belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û derveyî wê bigire, ji bilî girankirina tecrîdê tu rêyên din nedîtin û wiha pê de çû: "Rejîmên zordest tenê dixwazin desthilatdariya xwe mayînde bikin. Lewma, fikrên Ocalan dûrî cîhanê xistin, ew ji gelê wî û gelên din ên dixwazin ku hezkirin serwer bibe, dûr xistin.”

Ebû El Xêr bi bîr xist ku doza Rêber Abdullah Ocalan û bangên serbestberdana wî di aliyê cîhanî de tên paşguhkirin û got: “Ji ber ku rojavayî ji bo mayîndebûna dewleta Îsraîlê bi rêbazeke mêtingeriyê nêzîkî herêmê dibin. Bi wê re hikumetên Ewropa û Amerîkayê bangên demokratîk paşguh dikin. Ji berk u bi van bangan hincetên mêtingeriyê vala derdikevin. Lewra, gelek xwezayî ye ku saziyên civata navneteweyî girêdayî hêzên mezin bibin û başî ji wan neyê hêvîkirin.”

Dîroknasê misirî diyar kir ku divê doza ku ji ber wê Rêber Abdullah Ocalan hatiye tecrîdkirin, bê şîrovekirin û ji wê jî girîngtir divê fikrên wî bên belavkirin.

Ebû El Xêr got: “Li gorî teza Rêber Abdullah Ocalan, konfedralîzma demokratîk ji bo derbaskirina zehmetiyên di navbera dewletên herêmê de bi giştî stragehek e.”

Ebû El Xêr wiha axaftina xwe dewam kir: “Rewşa konfedralîzma ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye baş e, ji ber ku dewletên Rojhilata Navîn di aliyê ol de nêzî hev in, di aliyê cografîk de jî cîran in. Lewra, dikarin jiyaneke baştir lê were peydakirin. Konfedralîzm serxwebûna siyasî ya her dewletekê di çarçoveya wê ya herêmî de peyda dike, lê bi dewleta konfederal re di aliyê artêşê û pereyan de yek e. Der barê siyaseta giştî de jî bi dewletên din û rêxistinên navneteweyî re koordîneyê dike û siyaseteke koordînekirî ya di navbera dewletên ku dewleta demokratîk a hatiye pêşniyarkirin de pêk tînin, tê meşandin.”

Nivîskar û dîroknasê misirî Elî Ebû El Xêr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Texmîn dikim ku eger teza konfedralîzmê li Rojhilata Navîn pêk were, ji bo ku derkeve pêş dê rastî astengiyên mezin were. Dibe ku hikumetên herêmê vê fikrê red bikin û dewletên mezin jî li dijî wê li hev bikin û hewl bidin wê asteng bikin. Di heman demê de eger nêrînên gel û rewşenbîran li hember bangewaziya Abdullah Ocalan bibin yek û di aliyê ragihandinê û gel de propagandaya wê bikin, ev fikr pêkan e.”

(fr/c)

ANHA