'Ji bo Rêber Ocalan divê komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî were avakirin'

Hiqûqnas Şadî El Îbrhaîm diyar kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û şandina nameyên gefan qanûnên navneteweyî binpê dike. El Îbrahîm got divê komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî bê avakirin da ku li doza Rêber Abdullah Ocalan binêre.

'Ji bo Rêber Ocalan divê komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî were avakirin'
8 tebax, 2023   00:34
TEBQA-SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û nahêle parêzer û malbat wî bibînin.

Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li ber çav û guhê cîhanê qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û got, cîhan li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelan pêk tîne û li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe nake.

Şadî El Îbrahîm bi domdarî got: "Planeke osmanî ya kevn a dewleta Tirk heye. Her kes vê yekê dizane. Lê civata navneteweyî çavê xwe li sûcên ku dewleta Tirk dike, girtiye. Sedema tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ew e ku dewletên kapîtalîst û AKP'ê ji ramanê wî ditirsin."

Hiqûqnas El Îbrahîm anî ziman ku di aliyê qanûnî de, nabe tu dewlet qanûnan binpê bike û wiha pê de çû: "Lê dewleta Tirk bi ferzkirina tedbîrên derqanûnî li ser Rêber Abdullah Ocalan û bi bêparkirina wî ji mafên wî yên herî biçûk, qanûnên navneteweyî bin pê dike."

El Îbrahîm diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan fikrekî neteweyî ye ku Kurdan tenê eleqedar nake û got, Rêber Abdullah Ocalan hewl dide rêgezên biratiya gelan û hevgirtinê belav bike û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike.

Şadî El Îbrahîm bi bîr xist ku dewleta Tirk girankirina tecrîdê û qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re bes nedîtin, lê nameyên gefên jehrîkirina jê re dişîne.

El Îbrahîm diyar kir ku ew wekî parêzer daxwaza avakirina komîteyeke lêpirsînê ya  navneteweyî dikin da ku li doza Rêber Abdullah Ocalan binêre. Her wiha anî ziman ku divê ev komîte li dijî binpêkirinên derqanûnî ku delweta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike, xwedî helwesteke cidî be.

El Îbrahîm got, di qanûnên navneteweyî cezayê muebet 22 sal e, ruxmî ku Rêber Abdullah Ocalan ev ceza bi dawî kiriye, lê dewleta Tirk hîna wî ragirtiye û mafên wî di ber çavan re nagire.

Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm, di serî de CPT'yê bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku  rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, tecrîdê bi dawî bike û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.

(bb)

ANHA