Li ser şopa Şehîd Denîz

Di ser şehadeta rojnamevan û têkoşer Denîz Firat re 9 sal derbas bûn. Hevreyên wê têkoşîn û bîranîna wê mezin dikin.  Xwîşkên wê jî hewl didin bîranîna wê bide jiyîn, şîretên wê pêk bînin.

Li ser şopa Şehîd Denîz
8 tebax, 2023   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN  

Denîz Firat an jî bi navê xwe yê ku malbatê daniye ser Leyla Yildiztan jî wekî bi hezaran kurdan, sala 1984’an di nava jiyanek dijwar de hatiye dinê. Bi vekirina çavan re zulm û zordariya dagirkeran rû bi rû maye. Ji lewre çîrokek bi êş a tevahiya malbatê heye.

Li gundê Xeç Xatunê yê girêdayî navçeya Çardêran a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di nava malbatek welatparêz û têkoşer de mezin dibe. Bavê wê ji salên 1980’yan ve Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi taybetî fermandarê efsanewî Egîd (Mahsum Korkmaz) nas kiriye û tevlî xebatan bûye. Dema hîn pir biçûk bû, dayika wê jiyana xwe ji dest daye. Bavê wê cara duyem zewiciye û Denîz jî, ji aliyê vê dayika xwe ya duyemîn ve tê mezinkirin.

Di nivîya salên 1980’yan de hêzên dewletê bi sar malê de digirin û hinek wêneyan desteser dikin. Derbarê bavê Denîz de lêgerîn tê destpêkirin û êdî nikare vegere malê. Polîsên dewletê jî gefan li malbatê dikin ku dê xwîşka Deniz a mezin Binefş û jinbavê bigirin. Ji ber zextên dewletê wexta Denîz 7 salî bû, li gel xwîşkên xwe yên mezin Ayfer (Binefş) û Sakîne (Sarya), xwîşkên wê yên biçuk Binefş Sarya û Bêrîtan bi dayika xwe re koçî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê dikin. Dema koçber bûne, birayekî wê di girtîgeha dewletê de bû, 2 birayên wê jî li gund dimînin.

Xwîşka wê Binefş di sala 1990’î de tevlî Tevgera Azadiyê dibe.

ZEXTÊN ÎRANÊ

Li Rojhilat jî gef û zextên li ser malbatê kêm nabin. Dayik, bav û zarok hemû ji aliyê rejîma Îranê ve tên girtin. Piştî tê berdan demekê li bajarê Urmiyeyê dimînin, lê ji ber zextan û êrişan careke din dikevin ser rêya kobçeriyê û derbasî herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê dibin.

Xwîşka Denîz a ji wê biçûktir Binefş Sarya ku şahidiya wê demê kiriye, ew roj wiha vegotin: “Piştî em hatin berdan em hinekî li Urmiye man. Li wir jî çend caran bombe avêtin hewşa mala me. Em êdî neçar bûn ji Rojhilat jî derkevin û derbasî herêma Xakûrkê bûn.”

ŞAHIDIYA ŞER Û BIRYARA TEVLÎBÛNÊ

Denîz li Xakûrkê xwîşka xwe Binefş a tevlî refên gerîla bûye dibîne. Binefş Sarya ku navê xwîşkên xwe rakiriye ew kêlî wiha vegotin: “Em heta şerê 1991’an li wir man. Li gel 4 xwişkan birayekî me yê biçûk ku nû hatibû dinyayê hebû. Em di nava şer de man. Ji ber ku temenê me gelekî biçûk bû me ji wir jî derbasî gundê Sîdekan kirin.”

Denîz û xwîşka wê Sarya li vir têkoşera mezin Bêrîtan nas dikin û demekê li cem wê dimînin. Dema sala 1992’yan dewleta Tirk a dagirker li gel PDK’ê êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê kirin, Denîz û malbata xwe dibin şahidên şer. Di vî şerî de gerîlaya pêşeng Bêrîtan şehîd dikeve. Denîz û Sarya jî gelekî pê bandor dibin. Lewma wexta ku gerîla dixwazin herduyan bişînin malê, îtiraz dikin û venagerin. Heman salî herdu bi hevre biryara tevlîbûna gerîla didin.

GERÎLA, ROJNAMEVAN, REWŞENBÎR

Denîz piştî demekê berê xwe dide herêma Botanê û heta sala 1999’an li wir dimîne. Heman salê birîndar dibe û vedigere herêma Xakûrkê. Li vir xwîşka xwe Sarya dibîne. Sala 1997’an xwîşka wê Binefş ku li herêma Kurê Jehro di şerê bi dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê re de şehîd dibe. Ş. Binefş di vî şerî de li ser doçkayê ye û balafirek F-16 dixe. Xwîşka Denîz a ji wê mezintir Sarya jî 8’ê Tebaxa 1999’an li herêma Zapê şehîd dibe.

Şehadeta herdû xwîşka biryardarî û îradeya Denîz hîn mezintir dike û têkoşîna xwe kûr dike. Li ger gerîlatiyê di aliyê bîrdozî-fikrî de jî xwe pêş dixe û sala 2007’an tevlî xebatên ragihandinê dibe. Di saziyên wekî ANF, Rojnews, Stêrk Tv de nûçeyan, bernameyan çêdike û pêşkêşvaniyê dike, hem jî rojnivîsk, gotar û lêkolînan dinivîsîne. Sala 2013’na derbasî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku malbata wê jî bicîh bûye dibe. Li vir pêşengiya xebatên rojnameya Dengê Welat dike û gelek rojnamevanên nû perwerde dike.

ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê Musil, Mexmur kirin û berê xwe dan Hewlêrê, Denîz wekî rojnamevanek berxwedana gerilayan û xelkê wargelê ji cîhanê re radigihîne. Di nûçe, dîmen û wêneyên wê  de cîhanê rastiya berxwedanê nas kir. Wexta ku 8’ê Tebaxa 2014’an çeteyan êrişî wargehê kirin, Denîz dîsa bi kameraya xwe li eniya herî pêş bû. Di kêliya ku berxwedanê radigihîne, di encama gulebarana çeteyan de şehîd dibe. 

XWÎŞKA Ş. DENÎZ: DIXWAZIM LI SER WÊ BINIVÎSIM

Denîz Firat îro jî, ji bo rojnamevanên Kurd wekî çavkaniya îrade, zanîn, têgihîştin û caseretê ye. Ji ber wê ye ku her sal li ser navê wê xelatên Pêşbirka Wêjeyê ya Ş. Denîz Firat tên dayîn.

Di salvegera 9’emîn a şehadeta wê de xwîşka wê Sarya Yildiztan, behsa bandora Ş. Denîz û xebata xwe ya ji bo şopandina rêya wê kir. Sarya Yildiztan diyar kir ku Ş. Denîz jiyan fêrî wê kiriye, wekî dayike, mamosteyek rê nîşanî wê daye û bîranînek xwe wiha vegot: “Dema 5 salî bûm, diçûm dibistanê, nû fêrî tîpan dibûn. Lewma min tîpên ‘d û b’ ji hev dernedixistin. Denîz ji min re digot ‘Sarya peyva dibistan bifirike û zanibe ka tîpa (d) li kîjan alî dinêre û pişte li tîpa (b) binêr e.  Heta min dibistana seretayî qedan jî ev gotin ji bo min mînak bû. Dema 13 salî bû, min dixwest binivîsim, lê min nekarî. Heval Denîz lênûskek da min û ji min re got ‘tu çi hîs bikî binivîse’. Min jî nivîsand.”

Sarya dibêje piştî ku rojnivîskên Ş. Denîz dîtine fêm kiriye ka çima ji wê xwestiye ku ew jî binivîse û got: “Li her devereke ku çuye, hestên xwe nivîsandine. Her wiha wêne kişandine. Eger wêne nebûna jî, bi hestên xwe ew herêm neqişandine ser lênûskê. Dema Denîz aciz dibû pirtûk dixwand. Ez matmayî dimam. Piştî mezin bûm min nû wate da tevgerên H. Denîz û heskirina wê ya ji bo wêjeyê. Ev taybetmendiya wê pir bala min dikişand û hişt ku têkiliya min bi wêjeyê re zêdetir çêbibe.”

Yek ji hedefên Sarya ku niha beşa wêjeyê dixwîne, ewe ku rojekê bibe xwedî hêz û li ser Ş. Denîz helbestek an jî nivîsek binivîse. Sarya dibêje ku Ş. Denîz li ser lênûskekê hevoka, “Her dawî destpêkek e, her destpêkekê dawiyeke wê heye” nivîsandiye û piştre daye wê ku ew jî binivîse. Sarya jî piştre li ser vê lênûskê dest bi nivîsandinê kiriye. Sarya dibêje, “Mexmûr cihekî pir gerim  û çol e. Lewma min navê rojnivîskê kiribû ‘çol’. Lê min qet bawer nedikir ku ezê di nava rûpelên wê çolê de rojekê şehadeta Denîz jî binivîsim. Min ew defter tije kiriye”.