​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şert û mercên karmendên hikumeta Şamê giran in

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa aborî ya xirab a li herêmên hikumeta Şamê, rewşa siyasî ya Lîbyayê û geşedanên li Lubnanê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şert û mercên karmendên hikumeta Şamê giran in
7 tebax, 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di hejmara xwe ya îro de cih ji bo rewşa aborî ya hikumeta Şamê veqetand.

Li gorî nûçeya rojnameyê, hikumeta Şamê hê jî li hember têkçûna aborî bê çare ye û perspektîf dane daîreyên giştî ku kaxizan kêm bi kar bînin û çapên salnameyan heta demeke nediyar bidin rawestandin. Her wiha hat diyarkirin ku xebitandina klîmayan li gelek saziyên hikumetê jî hatiye qedexekirin û êdî ev sazî kamendên xwe venaguhêzin cihên kar.

‘LI LÎBYAYÊ GEŞEDANEKE JI NIŞKA VE’

Rojnameya El Ereb jî behsa binketina Xalid El Muşerî di hilbijartinên Meclisa Dewletê ya Lîbyayê de kir û wek binketina serokê Meclisa Nûneran Eqîla Salih û Misirê ku piştgiriyê dide nexşerêyê û dirêjkirina pêvajoya demkî, hesiband.

Li gorî nûçeya rojnameyê, çavdêr texmîn dikin ku lihevkirinên El Muşerî û Eqîla Salih bi bin dikevin û diyar kirin ku yê herî zêde ji vê geşedanê sûdê wergire, El Debîbe ye.

‘REWŞA LUBNANÊ XETERNAK DIBE’

Rojnameya El Cumhuriye jî cih da geşedanên ewlehiyê û siyasî yên dawîn ên li Lubnanê û wiha nivîsand:

“Ev geşedan nîşan didin ku xetere li ber derî ye û welat nêzî xeta sor anku hilweşîna bi temamî bûye.”

(c)