Cenazeyên 8 penaberan hatin derxistin

Li peravên Tunisê cenazeyên 8 penaberên ji welatên Afrîkayê hatin derxistin. Li gorî daneyên hikumeta Tunisê, ji destpêka îsal de cenazeyên 901 penaberên di zeryayê de xeniqîne, li peravên Tunisê hatine derxistin.

Cenazeyên 8 penaberan hatin derxistin
7 tebax, 2023   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Tunisê duh ragihand ku di 2 rojên dawîn de li peravên bakurê Tunisê cenazeyên 8 penaberên ji dewletên başûrê Afrîkayê hatine derxistin.

Rayedarekî Tunisê da zanîn ku peravên bajarê Sefqas ê Tunisê deriyekî sereke yê koçberiya ber bi Ewropayê ve ye û diyar kir ku rojane li wir gelek cenazeyên penaberan tên derxistin.

Li gorî daneyên berê yên hikumeta Tunisê, ji destpêka îsal de li peravên wê cenazeyên 901 penaberan hatine derxistin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Tunisê, ji nava 901 penaberên ku xeniqîne û cenazeyên wan hatine derxistin, 36 welatiyên Tunisê, 267 jî penaberên biyanî ne û nasnameyên ên mayî nayên zanîn.

Piraniya keştiyên penaberan ji peravên bajarê Sefqas ê Tunisê ber bi Ewropayê ve bi rê dikevin.

Li gorî daneyên fermî, heta 14`ê Tîrmehê nêzî 75 hezar û 65 penaberan xwe gihandiye Îtalyayê. Sala borî jî heta 14`ê Tîrmehê 31 hezar û 920 penaberan xwe gihandibû Tunisê. Zêdetirî nîvê wan ji Tunisê bi rê ketibûn.

(c)