Ji êşê nikarin razin!

“Ez naxwazim vê êşê hîs bikim, ez dermanê xwe dixwazim da ku rihet bibim û hinekî razim” bi van gotinan nexweşên di bin dorpêça hikumeta Şamê de rewşa xwe vegotin û xwestin ku dawî li dorpêçê bê anîn.

Ji êşê nikarin razin!
7 tebax, 2023   07:29
HELEB

Hikumeta Şamê zêdetirî 5 salan in dorpêçeke giran daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rewşa trajîk a şêniyan a ji ber dorpêçê paşguh dike.

Hikumeta Şamê derman jî xistiye lîsteya qedexeyan û nahêle ku derman bikevin herdu taxan. Her wiha dema dermanfiroşekî hewl da dermanan derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bike revand, erebe û pereyên pê re desteser kirin. Heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Ajansa me xwe gihand hin nexweşên li her du taxan ên ku dermanên xwe peyda nakin. Kesên nexweş ên ji me re axivîne hikumeta Şamê wek berpirsa rewşa xwe ya xirab nîşan da.

DERMAN BI TEMAMÎ TUNE YE

Ebdurehman Rustem kalmêrekî 56 salî ye. Ebdurehman ê nexewş ku nikare dermanan ji xwe re peyda bike, got: “Li tevahî dermanxaneyên li her du taxan dermanê min tune ne. Derman bi temamî tune ne."

Ebdurehman Rutem bi nexweşiya dil, tansyon û şekir e. Hevjîna wî jî êşa van nexweşiyan dikişîne. Rustem anî ziman ku rewşa wî û hevjîna wî xirab e û dermanên pêwîst peyda nakin.

TEVAHÎ RÊ LI PÊŞ ME GIRTÎ NE

Ebdurehman Rustem destnîşan kir ku berê derman bi zehmetî û bi nirxekî biha dihat peydakirin, lê belê niha rewş xirabtir bûye û derman bi carekê nayên peydakirin. Rustem got: "Halê min nîn e ku li derveyî her du taxan li dermanan bigerim. Ji ber rewşa xwe nikarim zêde bimeşim. Mesrefa erebeyên taksî jî zêde ye.”

Rustem ev 3 meh bê derman e, ew dibêje: “Ez xwarinên tê de şekir heye naxwim. Dema hevsengiya şekir xirab dibe, heta ku baş dibim ez di nivînan de dimînim.”

′HIKUMETA ŞAMÊ BERPIRSA GİRANBÛNA NEXWEŞIYAN E′

Newroz Elî jî dayika zaroka bi navê Menîsa Cafer a 7 salî ya astengdar e, wiha dibêje: "Zaroka min astengdar e. Hevjînê min jî nexweşê şîzofrenî ye. Dermanên her duyan jî peyda nabin. Eger hevjînê min neyê dermankirin, ew ê zirareke mezin bi kesên li malê bike. Ji ber ku ew nikare tevgerên xwe kontrol bike.”

Newrozê hikumeta Şamê wek berpirsa giranbûna rewşa keç û hevjînê xwe nîşan da û wiha domand: "Divê ew mijaran tevlihev neke. Rewşa hevjîn û keça min giran dibe, pêdiviya wan bi derman heye."

'ÊŞA MIN KÊM NABE'

Leyla Mihemed Oso (57) jî êşa tansyonê dikişîne û ji ber nexweşiya şekir her du çavên wê nabînin û lingekî wê hatiye jêkirin. Ew bi dilekî biêş û tirs dibêje: "Ez naxwazim vê êşê hîs bikim, ez dermanê xwe dixwazim da ku rihet bibim û hinekî razim."

Leyla hêviyên xwe yên peydakriina derman qut kiriye. Leyla ev tişt anîn ziman: "Min dermanxaneyek li taxê nehişt, lê bê sûd e. Ji ber dorpêçê çi hat serê me û çi nehat. Dema ku hevjînê min vedigere malê û derman pê re tune ye, hin caran difikirim ku dawî li jiyana xwe bînim. Ji ber ku êdî nikarim vê êşî bikişînim."

Leyla banga bidawîkirina dorpêçê kir û got: "Bila derman derbasî her du taxan bibin, taqeta me nema. Lingê mih hat jêkirin, min çavên xwe jî winda kirin. Kî xwedî wijdan be bila bikeve tevgerê û dawî li vê dorpêçê bîne."

Leyla piraniya dema xwe di nava nivînan de derbas dike û bi van gotina hikumeta Şamê rexen dike: "Kî xêrekê bike û hewl bide dermanan derbasî her du taxan bike, direvînin. Heta kengî ev dê ev rewş bidome. Divê cîhan bi me bihese û li gorî vê tev bigere, divê derman ji me re bê peydakirin."

(fr/c)

ANHA