Ji bo Rêber Abdullah Ocalan bangên serhildanê

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, gelê Kurd bi avakirina tevgera rizgariyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan zindî bû. Şêniyan li dijî hêzên komploger banga serhildanê kir.

Ji bo Rêber Abdullah Ocalan bangên serhildanê
6 tebax, 2023   23:41
KOBANÊ

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne ku ji sala 1999'an ve di girîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin. Malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi domdarî serî li aliyên têkildar ên dewleta Tirk didin, lê daxwazên hevdîtinê bê bersiv tên hiştin.

Ji 25'ê Adara 2021'an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Têkiliya dawîn a Rêber Abdullah Ocalan a bi derve re bi rêya telefonê bû ku bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî, peywendî 5 deqeyan dewam nekir û hat birîn.

Şêniyê bi navê Hesen Mamo yê ji bajarê Kobanê fikarên xwe ji ber rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdulalh Ocalan anî ziman û got: "Tiştên ku li girîgeha Îmraliyê li dijî Rêbertî tên kirine der exlaqî ne. Ji demeke dirêj ve me tu nûçe der barê rewşa Rêbertî de nebihîstine û em nizanin ka rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye."

Mamo bal kişand ser planên hêzên komploger û wiha domand: "Hêzên komploger ji sedên salan ve hewl didin me biqedînin û peyman li dijî herêmên me îmze kirin. Xeyal kirin ku di têkbirina gelê Kurd de bi ser ketin, lê gelê Kurd bi derketina tevgera rizgariyê ya bi pêşengiya Rêveber Abdullah zindî bû. Lew ra komplo li dijî Rêbertî pêk anîn. Îro jî çavê xwe li rewşa wî ya tenduristiyê û rewşa qanûnî digirin."

Welatiya bi navê Emîne Diyar jî anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tecrîdkirina gelê herêmê ye û got: "Armanc ji vê tecrîdê şikandina îradeya azad a gelê Kurd e ku ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtiye.'' 

Welatiyê bi navê Mihemed Bozê jî wiha got: "Serokê me ne wekî serokê din ên ku li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî ketine ye. Serokê me berjewendiyên gelê xwe di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re girt. Ji bo wî iqna bikin ku dev ji gelê xwe û doza wî berde, gelek tiştî pêşkêşî wî hatin kirin, lê rêbertî ev tişt qebûl nekir. Serokê me li hemberî hêzên navneteweyî yên ku Kurd parçe kir sekinî, ji ber vê yekê van hêzan komplo li dijî wî pêk anî."

Bozê got, yên li heqîqetî digerin bi xeterî û komploya re rû bi rû ne û wiha domand: "Serokê me gelê Kurd li heqîqet û nasnameya wî vegerand."

Welatiya bi navê Eyno Bozê jî destnîşan kir ku desthilata Tirk dixwaze rê li ramanê azad ê Rêber Abdullah Ocalan bigire û wiha dom da axaftina xwe: "Gelê herêmê ku çavgirtî bû, bi saya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe dît. Ramanê azad ê Rêbertî pergalên herî xurt li cîhanê tirsand ku nikarin Rêbertî bidin îqnakirin ku dev ji projeya xwe ya demokratîk berde, ji ber vê yekê van hêzan komplo li dijî wî pêk anîn."

Welatiyan gotin, divê civak bi rêya serhildana li hemberî tecrîd û revandina wî bersiva qenciyê bide Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîn berdewam bike ta azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

(bb)

ANHA