Li herêmên dagirkirî li dijî çeteyan xwepêşandan

Li gundewarên Heleb û Idlibê yên dagirkirî li hember girtinên neheq, binpêkirina hurmeta malên xelkê, tirsandin û bêdengikirina sivîlan ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve, xwepêşandan derketin.

Li herêmên dagirkirî li dijî çeteyan xwepêşandan
7 tebax, 2023   09:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), xwepêşandanên li herêmên cuda yên gundewarên Heleb û Idlibê yên dagirkirî yên li dijî kiryarên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam, dewam dikin.

Li gorî SOHR`ê, li dijî çeteyan li herêmên Menatmê El Medînê, kampên rojavayê Atmê, kampên Dêr Hesan û Kelelî yên li gundewarên Idlibê, her wiha li Sehare, Soran, Kefra, Termanîn, Bab, Etarib, Ezaz û Baikê û kampa li başûrê Helebê xelk derket xwepêşandanan.

Ev xwepêşandan li hember girtinên neheq, binpêkirina hurmeta malan, tirsandin û bêdengkirina sivîlan û hwd ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li dijî welatiyan pêk tînin, derdikevin.

(c)