'Xetereyeke mezin a avê li ser Hesekê heye'

Pisporê çavkaniyên avê Terad Şêx Îbrahîm bal kişand ser aloziya avê ya li Hesekê û got, ''Eger bîr jî zuwa bibin wê pirsgirêk ji ya niha mezintir û xeternaktir çêbibe û wê metirsî hebin ku başûr heta bakurê bajarê bibe çol.'' Xwediyên tankerên avê jî got,  li hinek taxan bîr bi temamî zuwa bûne û asta ava bîrên din jî kêm dibe.

'Xetereyeke mezin a avê li ser Hesekê heye'
7 tebax, 2023   04:21
HESEKÊ

Êş û azarên şêniyên bajarê Hesekê ya ji ber qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve roj bi roj zêde dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji sala 2019'an ve herêma Serêkaniyê dagir kirine, ava stasyona Elokê li ser Hesekê qut dike. ji ber vê yekê şênî neçar man ku bîran bikolin û avê ji tankeran bikirin.

Nûçegihên me çavkaniyên ku avê didin niştecihên Hesekê şopandin û nêrînên xwediyên tankerên avê girtin.

'ASTA AVÊ KÊM DIBE Û HINEK BÎR ZUWA DIBIN'

Ji xwediyên tankereke avê yê bi navê Hejar Mele Silman got: "Beriya niha tankerek di kêmî 10 deqeyan de tije dibû, lê niha asta ava bîran kêm bûye û em zêdetirî nîv saetekê li bende dimînin heta tanker tije dibe.''

Mele Silman anî ziman ku beriya niha her tankerek di rojekê de 3 heta 4 caran ava digihand bajar, lê niha ji ber kêmbûn û lawazbûna avê her tankerek du carand avê dabîn nake.

Mele Selman bi domdarî got:"Ev bi teqez wê zuwa bibin. Hinek bîr bi temamî zuwa bûne. Bîrên din jî di bin gafa zuwabûnê de ne."

Mihemed El Xalid jî yek ji xwediyê tankereke avê ye ku li bajarê Hesekê kar dike destnîşan kir ku asta ava bîran bi awayekî ber bi çav kêmbûye û diyar kir ku li hin taxan bîr bi temamî zuwa bûne.

El Xalid her wiha got: "Siberoj ne diyar e. Metirsiyên mezin li ser bajarê Hesekê heye, ji ber ku av yek jê hêmanên sereke yên jiyanê ye. Eger rewş wisa dewam bike wê tevahî bîr zuwa bibin û wê tu çavkaniyên avê nemînin."

XETEREYA MEZINTIR

Pisporê di ware çavkaniyên avê û zuwabûnê Terad Şêx Îbrahîm têkildarî mijarê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser bajarê Hesekê ji ber qeyrana avê wekî herêmeke karesatî îlan kir û got: "Şêniyên Hesekê ji ber qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Ji ber tu jêderên din ên navê tune ne, şênî bîran bi kar tînin."

Terad Şêx Îbrahîm got, eger bîr jî zuwa bibin wê pirsgirêk ji ya niha mezintir û xeternaktir çêbibe, wê metirsî hebin ku  başûr heta bakurê bajarê bibin çol.

Şêx Îbrahîm di dawiyê de got: "Asta xetereyê nayê wesifandin, zuwabûnê dê bandorê li tevahî bajarê Hesekê, xweza, jîngeh û binsaziya wê bike. Di encamê de dibe koçberiyeke ber bi gundan ve çêbibe."

(bb)

ANHA