Di mehekê de 300 kes li Girê Spî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de 300 kes li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Di mehekê de 300 kes li Girê Spî hatin bicihkirin
7 tebax, 2023   03:06
EYN ÎSA

Li kantona Girê Spî ya ku ji sala 2019'an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên qetilkirin, revandin, talankirina milkan û guhertina demografîk bê navber dewam dikin.

Li gorî daneyên ajansa kom kirine, heta niha zêdetirî 22 hezar kes (malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û koçberên ji Heleb, Idlib, Hema, gundewarê Şamê û Dêrazorê) li kantonê hatine bicihkirin.

Di Tîrmeha borî de, dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya projeya ku navê vegera dilxwaz lê kiriye de, zêdetirî 300 kes li kantonê bi cih kirine.

SÛC

Di 10'ê Tîrmehê de, cenazeyê ciwanê bi navê Mihyar El Uweyîd (20) li gundê Bûz (15 km dikeve başûrê kantonê) hate dîtin û li ser cenaze şopên îşkenceyê hebûn. Mihyar El Uweyîd ji parêzgeha Hemayê ye, beriya 8 mehan li kantonê hatibû bicihkirin û ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin.

Di 25'ê Tîrmehê de, ji kesên ku li gundê Îoya (60 km dikeve başûrê kantonê) hatibûn bicihkirin, 3 kesên ku hewl didan ji ber sûcên dagirkeran birevin û xwe li herêmên Rêveberiya Xweser bigirin, ji aliyê çeteyên "Ehrar El Şerqiye" ve hatin gulebarankirin. Di encamê de her kes birîndar bûn. Ji kesên ku hatin birîndarkirin navên Şukrî Hisên û Ebûd El Şemerî hatin zanîn.

Di 24'ê Tîrmehê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî girtin ser malan û 9 kes revandin. Serçeteyê bi navê Ebû Rebî El Idlibî li beramberî serbestberdana her revandiyekî daxwaza hezar dolarî kir. Navên kesên hatine revandin ev in; Mûeyd El Xelef, Munîr El Xelef, Casim El Ereb, Îsa El Mûsa, Ebdulsetar El Dexîl, Îbrahîm El Umeyîr, Uceyîl Hilêbî, Sadûn El Aşic û Îbrahîm El Xelîl.

Di 18'ê Tîrmehê de, panzêra artêşa Tirk a dagirker pêl ciwanê bi navê Fayîz Elî El Heco (25) yê ji gundê Kefîfe (rojavayê kantonê) kir û wî qetil kir.

Di 24 û 28'ê Tîrmehê de ji ber nakokiyên diravî yên li ser rêyên qaçaxçîtiyê, di navbera komên çeteyan de şer qewimî. Di şer de çeteyê koma "Remedan Şilaş'' Ebû Bera El Neîmî hat kuştin. Her wiha çeteyên û serçeteyê bi navê Hisên Ebû Elî El Dêrî yê ji heman komê ji aliyê çeteyên "Polîsên leşkerî ve" hat girtin.

Li aliyekî din jî çeteyên "Feyleq El Mecid" û yên "Feyleq El Salis" êrişî çeteyên "Cebha El Şamiye" ku deriyê sînor ê kantonê di bin kontrola wê de ye, kir. Di şer de 2 çeteyên "Cebha El Şamiye" hatin kuştin û 5 çeteyên din jî birîndar bûn. Her wiha ji ber şer deriyê sînor hat girtin. Şer li deverên derdorê jî belav bû.

Xelkê kantonê ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker a dagirker û çeteyên wê xwepêşdan li dar xistin û girav ragihandin. Xwepêşandana herî dawîn di 3'yê Tebaxê de bû , beriya xwepêşandanê bi rojekê jî girava giştî ya kar hat ragihandin.

Di 14 û 17'ê Hezîranê de şêniyên kantonê du xwepêşandan li dar xistin û xwestin "Meclisa xwecihî" were betalkirin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê derkevin.

(bb)

ANHA