'Bersiva herî xurt a li dijî zihniyeta baviksalar têkoşîna hevpar e'

Jinên kantona Qamişloyê diyar kir ku bersiva herî xurt a li dijî zihniyeta baviksalar têkoşîn, xwerêxistinkirin û hevgirtin e.

'Bersiva herî xurt a li dijî zihniyeta baviksalar têkoşîna hevpar e'
7 tebax, 2023   01:23
QAMIŞLO-BESNE ŞEMO

Welatiya bi navê Nejbîr Ridwan Remo ya ji navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê diyar kir ku sûcên qetilkirin û tundiya li dijî jinan diyardeyeke cîhanî ye, lê rêbazên wê ji herêmekê heta herêmeke din cuda ne.

Nejbîr got, zehmet e di çend salan de zihniyeta baviksalar were guhertin û wiha dom da axaftina xwe: "Ji bo em karibin vê zihniyetê biguherin divê em kedeke mezin bidin û têkoşîn û berxwedanê xurtir bikin."

Nejbîr sûcên qetilkirina jinan bi çi bihaneyan dibin red kirin û got: "Jin ne şeref e ku were parastin. Jin xwedî hêz û vîn e ku dikare xwe bi xwe biparêze. Erd û welat şeref in."

Firyal Qesûm a ji Çilaxa diyar kir zihniyeta baviksalar têgeheke taybet bi xwe afirandin da ku serweriya xwe bi awayekî giştî li ser civakê û bi taybet li ser jinan ferz bikin.

Ji bo xilasiya ji vê zihniyetê û siyasetên wê Firyal bang li tevahî jinan kir ku têkoşînê geş bikin û hevgirtî xurt bikin. Firyal Qesûm di dawiyê de got,  rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de sereke ye.

Beraa Faris a  ji Girkê Legê anî ziman ku êşa tevahî jinên li cîhanê yek e û got, ''Tevahî têgeh girêdayî zihniyeta baviksalar ne ku li ser qirkirinê li hev dikin. Ev zihniyet li pêşiya pêşketina jinan di hemû qadan de dibe asteng."

Beraa Faris wiha domand: "Berpirsiyariya xilasiya ji vê zihniyetê dikeve ser milê jinan. Divê em li hember adatên paşverû yên di civakê de li ber xwe bidin û jinan ji van sûcan biparêzin. Divê em dengê xwe li hember wan sûcan bilind bikin û ji kokê de biqedînin."

Her sê welatiyan bang li jinan kirin ku li hemberî sûcan bêdeng nemînin û yekitiyê ava bikin. Her wiha û bang li aliyên têkildar kir ku hesab ji qetilên jinan bipirsên û cezayên giran li wan bibirin.

(fr)

ANHA